Li Bokanê  ciwanek bi darve kirî hat dîtin

92

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê, ciwanê bi navê M. R ê ji gundek Seqîza ser bi bajarê Sine, li parqa Sahil ya bajarê Bokanê xwe bi darve kir û dawî li jiyana xwe anî.

 

Piştî rojekê cenazeyê wî ciwanî li derdora parqa Sahilê ya bajarê Bokanê hat dîtin, piştî lêkolîna saziya tiba edlî, eşkere bû ku wî ciwanî xwe bi darve kiriye. Piştre cenaze rakirin morga nexweşxaneya Bokanê.

 

 Hêjayî gotinêye ku  xwe kuştina li Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet ya ciwanan,  ji ber siyaseta bê deng kirin û hejar kirina gel ji aliyê rejîma Îranê ve zêde dibe.