Li Erdexanê leşekerên Tirk gundiyek qetil kir

150

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Gundiyê bi navê Dilaver Aşçi yê 69 salî dema ku li  Erdexanê çû zozanan, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetil kirin.

 

Bûyer sibehê saet di 07:00’an  de li bejahiya gundê Çolpenekê qewimî. Aşçi ji bo biçe ber heywanê xwe berê xwe da zozanên bi 3 kîlometreyan dûrî gund. Lê li vê derê bi guleya jendermeyan jiyana xwe ji dest da.

 

Hêzên Tirk cenaze nedan malbatê û nahêlin kes biçe cihê bûyerê.

 

Gundî dibêjin ku ev demeke dirêje ku leşkerên Tirk dor li gundê Çolpenek û zozanên herêmê girtine.