Li Germiyan di nava 6 mehan de 118 nêçîrvan hatine girtin

130

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN

Berpirsê Ragihandina Polîsên parastina jîngeha herêma Germiyan Mulazim Serkewt ji ajansa me re bîlançoya 6 mehên derbasbûyî ya girtin û binçavkirina nêçîrvana eşkere kir. Serkewt diyar kir ku di nava 6 mehên destbasbûyî de 118 nêçîrvan hatine girtin û 30 çekên nêçîrê ji hatine desteser kirin.

 

Serkewt diyar kirin gelek ji wan hatine dadgehkirin û cezayê namewî û madî girtîne û wiha got; "Piraniya wan nêçîrvana hatine dadgehekirin. Cezayê madî û manewî girtine. Bi giştî 30 ajalên kovî ji nêçîrvana hatine standin û hatine azadkirin. Herwiha 2 milyon û 923 hezar dînar jî weke ceza pere ji wan hatine standin. Di nava 6 mehên derbasbûyî de ligorî salên derbasbûyî de nêçîrvanî kêmbûye."

 

 

 

 

Di sala 2016'an de 585 nêçîrvan hatibûn girtin.