Li Silêmaniyê êrîşên li ser Efrînê hat şermezarkirin

113

 

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Li Silêmaniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Efrînê û herêma Şebayê  bi meşekê hat şermezarkirin. Meşa di bin pêşengtiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê hatî organîzekirin, di saet 17:00'an de li ser rêya Seholeke destpê kir û heya li ber Parka Nalî berdewam kir.  Di meşa de nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Azadî, Eniya Gel û Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi sedan kes amadebûn.

 

Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG’ê û YPJ’ê hildan de, bê navber dirûşmên “Efrîn ne bi tenê ye”, “Bijî Serok Apo”, “Efrîn Şerê Berxwedan e, Warê Arîn Mîrkan e” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.

 

Piştî meşê endama Tevgara Azadî Bêrîvan Mihemed di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li Rojava û Sûriyeyê alîkarî dida komên çete yên girêdayî xwe û niha jî di xwaze bi artêşa xwe ve êrîş bike û got: “Dewleta Tirk a mêtînger ji bo pêngava Reqayê bide rawestandin û destkeftiyên bi xwîn şehîdan hatî avakirin tine bike, ji bo êrîşî Efrînê bike li fersendan digere. Plana dagirker a Tirk pir berfireh e. Em weke Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê çawa ku bi yek beden û ruh ji bo Kobanê rabûn ser lingan, ji bo Efrînê ji bi heman seknê rabin. Yê ku bi ser bikeve wê Efrîn be.”

 

Çalakiya protestoyê piştî daxuyaniyên li ser navê sazî û dezgehên din hatin kirin û şûnde bi dawî bû.