NY: Divê Kurd tevlî nivîsandina Destûra Bingehîn a Sûriyê bibin

106

 

 

 

 

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Steffan de Mîstûra diyar kir ku divê Kurdên li Sûriyeyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn bibin.

 

Mîstûra ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA Novostî re axivî û got ku, nabe hebûna Kurdan ji nedîtî ve bê û got, "Pêwîste Kurdên li Sûriyeyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê bibin."

 

Tê gotin, rayedarên Neteweyên Yekbûyî di hefteyên dawî de li bajarê Lozan ê Swîsreyê, bi hin "komên mûxalîf" ên Sûriyeyê re li ser Destûra Bingehîn a nû daxivin û nêrîna wan digirin.