Ronak Mecîd: Emê bi yekgirtinê bibin hêzek bijartî

109

 

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ ROJNEWS

 

 

Ronak Mecîd wiha dest bi axaftina xwe kir: “Kurd gihiştiye astekê ku li cihê hemû cihanê şer dike û cîhan jî vê qebûl dike. Çi li Rojava û çi jî li Başûrê Kurdistanê be, şervan, gerîla û pêşmerge parastina gelê Kurd dikin. Ji ber wê niha yekgirtina Kurdan erkek netewiye.”

 

Her wiha Mecîd destnîşan kir ku ewê bi yekgirtina gelê Kurd bibin hêzek bijartî û bibin hêzek ku bikarin li hember her êrîşek li ser wan tekoşînê bikin.

 

Ronak Mecîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê  DAIŞ û dewleta Tirk êrîşî ser me dike. Dewleta Tirk bi heman awayî li Bakur êrîşî gelê Kurd dike. Li Rojhilat jî ciwanên me tên bi darve kirin. Bi madeyên hişber tên helandin. Evane hemû awayên qirkirina gelê Kurde. Ji ber wê rizgarkirina gelê me ji bin wê desthilatdariyê bi yekgirtinê gengaze.”

 

Hêjayî gotinê ye ku  biryare wê di rojên 15 û 16’ê Tîrmehê de kombûna şêwira netewî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê  li bajarê Silêmanî were lidarxistin.