Şervanan 400 sivîl ji Reqayê rizgarkirin

144

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxên Reqayê ku ji duh ve şer lê didome, şervanên QSD′ê 400 welatiyên sivîl rizgar kirin û gihandin cihên bi ewle.

 

Wê Meclîsa Sivîl a Reqayê û Komîteyên wê alîkariya sivîlan bikin.

 

Jinek û zarokeke Êzidî hat rizgarkirin

 

Şervanên QSD′ê di şerê li rojavayê bajarê Reqayê de, jineke ku  temenê wê nêzî 40 salî (ku 3 caran ji aliyê çeteyan ve hatiye firotin) û zarokeke 10 salî (ku 4 caran ji aliyê çeteyan ve hatiye firotin) yên Êzidî rizgar kirin.

 

Şervanan zarok şandin Kantona Kobanê û jin jî şandin Kantona Cizîrê û radestî saziyên jinê hatine kirin, da bigihêjin Şengalê.