Aliyên siyasiyên Kerkûkê êrîşa ser Efrînê şermezarkirin

96

 

 

 

SORAN MIHEMED/ KERKÛK

 

Êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybet li ser Kantona Efrînê zêde dibin. Niha jî amadekariyên leşkerî dike ku êrîşî Efrînê bike.

 

Têkildarî mijarê Berpirsê Partiya Zehmetkêşan yê Navenda Kerkûkê Şiwan Mihemed wiha ji ajansa me re axivî: “Bi rastî ji hemû deman zêdetir niha rewşa Tirkiyê xirabe. Hemû têkiliyên wan yên li gel komên li Sûriyê de hebûn, berbi dawî ve diçe. Em hemû dizanin ku berjewendiyên Tirkiyê di metirsiyê deye. Tirkiye bi eşkereyî dibêje  ku ew li dijî hemû liv û tevgera Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Bi eşkereyî gelek caran êrîşî Efrîn û hinek cihên din kir.”

 

 

Her wiha Şiwan Mihemed got: “Niha bi nav, xîlafeta DAIŞ’ê têk diçe. Tirkiye bi giştî keşîf bû. Rizgarkirina Reqa ji aliyê şervanan ve û alîkarî dayîna Amerîka û Rusya ya ji bo şervanan, Tirkiye gelek bêzar kiriye. Ji ber wê Tirkiye dixwaze bi her rêyê  pêşketina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê asteng bike. Kurd li Rojava li cihê hemû cîhanê şerê DAIŞ’ê dike. Tirkiye bi van karane zêdetir zererê dide xwe. Heya Tirkiye peywendiyên exlaqî li gel Kurdan pêk neyîne, serkeftî nabe.”

 

Li ser heman mijarê Berpirsê Navendî yê Partiya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Haşim Mele Elî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê yên weke siyasî, aborî û rêveberiyê, Tirkiyê bêzar kiriye. Bêzariya Tirkiye ji ber têkçûna DAIŞ’ê ye.  Di heman demê de alîkariya Rusya û Amerîka Tirkiyê bêzar kiriye.  Bi tinebûna DAIŞ’ê re, Tirkiyê  hewldanên xwe yên ji bo tine kirina Rojavayê Kurdistanê  jî zêde kiriye.

 

 

Haşim Mele Elî axaftina xwe wiha domand: “Hemû Kurd û Kurdistan, di şerê li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê yekbûn. Niha ji gelê Kurd şervanan li hember şerê DAIŞ’îyên rast ku Tirkiye ye , bi tenê nahêle. Tirkiye di xwaze bi êrîş kirina ser Efrînê zext û şerê li ser DAIŞ’ê li Reqayê  lewaz bike. Lê ev hewldanên Tirkiye, wê wek mertala Firatê wê serkeftî nebe.”

 

Berpirsê Giştî Tevgera Goran yê Bajarê Kerkûkê Hekîm Umêd jî hemû êrîşên dewleta Tirk ya li ser Efrîn û Rojavayê  Kurdistanê şermezar kir û wiha domand: “ Divê Tirkiye pirsgirêkên navxweyî çareser bike. Çareseriya pirsgirêkan guftûgoye ne êrîşkirina ser Efrînê ye. Sedema êrîş kirina Tirkiye ya li ser Efrînê, pêşketina mezin ya Rojavayê Kurdistanê ye.  Li gorî xwe dixwaze bi wan êrîşan wan pêşketinan asteng bike. Bi eşkereyî gotiye ku ku ew rênadin li Bakurê Sûriyê herêmek bi navê Kurd were ava kirin. Ji ber wê her Kurdek ku hebe, Tirkiye di xwaze tine bike.” 

 

 

Hekîm Umêd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye hem li Iraqê û hem jî li Sûriyê li hember DAIŞ’ê ti gavek pratîkî ne avêtiye. Ji ber wê dixwazin çeteyên DAIŞ’ê berbi Tirkiyê ve bikşîne ku li Reqayê têkneçe. Ev jî wê dide diyar kirin ku piştevanê yekem yê DAIŞ’ê Tirkiye ye. Armanca êrîş kirina ser Efrînê têkbirina  destkeftiyên Kurd yên rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ye.”