Berwarî: Hemû hêzên siyasî yên Kurd piştgiriya komxebatê dikin

85

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Şandeya bilind ya KNK’ê ev ji meheke zêdetire ku ji bo lidarxistina komxebateke netewî, dest bi serdana partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên medenî, rewşenbîr, rûspiyên Kurd dikin. Endamê konseya rêveber ya KNK’ê û endamê şandeya bilind ya hevdîtinan Kamûran Berwarî têkildarî xebatên dawiyê yên ji bo komxebata ku biryare 15-16’ê Tîrmehê de were lidarxistin de agahî da ajansa me û diyar kir ku hemû partî û rêxistinên Kurd piştgiriya lidarxistina komxebata netewî dikin û got, ev xebata wan ji aliyê hemû partî û rêxistinan ve baş hatiye dîtin.

 

Endamê Desteya Rêveberiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK ) Kamûran Berwarî di derbarê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî û îşaret bi ruhê yekıtîtiya netewî kir û  got: “Dema li Silêmaniyê xwepêşandan ji bo Efrînê têkirin û piştgirî bi Efrînê re têkirin, wê sibe Efrîn jî amede be ji bo Silêmaniyê xwe feda bike. Dema gerîla diçe Kerkûkê şer dike, wê sibe pêşmerge jî amadebe biçe Efrînê li dijî dijmin şer bike. Dema yekîtiya netewî û yek dengî hebe peyameke baş ji bo dijmin tê dayîn ku Kurd na tirsin û têk naçin. Eger Kurd şiyar tevbigerin wê ti pîlaneke herêmî û cîhanî ser wan neyê pêkanîn.”

 

‘Gelê Kurd yek in’

 

Berwarî di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi pêkhatina ew ruhê netewî yê li çar parçeyên Kurdistanê de pêkhatiye kir û  got: “Kêfxweşim ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekin. Her wiha pir girînge ku paşeroj, çand, ziman û çarenûsa Kurdan yek be. Ji ber dijminên Kurdan yekin û hevparin.”

 

‘Meclîseke hevpar ya Kurdan divê hebe’

 

Berwarî rexne li hêzên siyasî yên Kurd kir ku nekarîne heya niha yekgirtîbin û diyar kir ku divê eniyeke Kurd ya hevpar were avakirin. Berwarî bi berdewamî wiha got: “ Me pêşniyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê eniyeke hevpar ya Kurd were avakirin û bi ruheke netewî ya Kurd di asta cîhanê de xwe îfade bikin. Dikare meclîsek were hilbijartin û KNK jî wekî navenda netewî vê meclîsê were pejirandin.”

 

Endamê konseya Rêveber ya KNK’ê Berwarî her wiha bang li partî û rêxistinên ku di bin sêwana KNK’ê de nîne jî kir û got: “Em daxwaz dikin ku ew hêz û aliyên ku ne endamin bibin endam û dibin sêwana kongreya netewî de cih bigirin.”

 

‘Divê hêzên siyasî yên Kurd di nava gelê xwede fikrê xwe eşkere bike’

 

Kamûran Berwarî îşaret bi girîngiya meşandina siyaset û danûstandinên şefaf yên hêzên siyasî yên Kurd jî kir û got: “Em daxwaz ji tevahî hêzên siyasî dikin ku pişt perdeyan de û li cihên tarî ne axivin. Eger rast dibêjin ew yekitiya netewî û biratiyê dixwazin bila helwestên xwe eşkere bin. Eger ji dil dibêjin û niyeta wan başe, divê peyamên yekîtiyê yên rast û dirûst bidin. Ji bo vê jî divê werin nava gelê xwede û di konferansên xwede fikrê xwe eşkere bikin.”

 

300 kes hatine vexwandin

 

Berwarî di dawiya axftina xwede jî diyar kir ku ew ji bo pêkanîna komxebata netewî 300 kes vexwandine vê xebatê û hate gotin ku hemû partî û rêxistinên Kurd ji bo vê komxebatê hatine vexwandin.

 

‘Yên me ji bîr kiribin hebin jî dikarin werin beşdar bibin’

 

Berwarî diyar kir ku eger me hindek alî û kes ji bîr jî kiribe em ji vir bang li wan jî dikin ku bên beşdarî vê xebatê bibin û got: “ Ger kesek ji bîra me çûbe jî em ji vir bang li wan ji dikin bên beşdarî komxebatê bibin. Ji ber ku heqê her kesêye ku beşdar bibin û fikrê xwe parve bikin.