Ciwanên Êzidî xwe bi navê YCÊ rêxistinkirin

126

 

ROJNEWS / ŞENGAL

 

Roja 7’ê Tîrmehê 1. Konferansa Meclîsa Ciwanên Şengalê li çiyayê Şengalê bi dirûşma ‘Bi yekîtiya ciwanên Êzidî, wê mîsoger bibe xweserî’ bi tevlîbûna 220 delegeyên pêkhat. Ciwanên li çiyayê Şengalê, Wargeha Newroz, Ciwanên Êzidî yên kantona Cizîrê, Ciwanên Ewropa, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Tevgera Ciwanên Mexmûrê beşdarî 1. Kongreya ciwanên Êzidî bûn û ciwanan xwe dibin navê YCÊ de rêxistinkirin.

 

Meclîsa Ciwanên Êzidî  di despêka daxuyaniyê de îşaret bi rewşa siyasî ya niha a herêmê têkirin û têgotin: “Em di qonaxek krîtîk re derbas dibin. Ji ber wê pêwîstî bi tekoşînek xurt û pir alî heye. Li aliyek din jî erka çareseriya pirsgirêkên civakî û rêxistinkirina civakê li pêşiya meye. Yek ji erka me ya herî sereke ewe ku, birînên fermanê werin dermankirin. Erka sereke rizgarkirina ax, dayîk, keç û xwişkên me yên dîlgirtîne.”

 

Yek ji biryareke girîng ya ciwanên Êzidî di kongreya xwede girtin jî avakirina rêxistiniya ciwanan ya bi navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) ye. Di heman kongreyê de seferberiya mezinkirina hêzên parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê dan destpêkirin û biryar hate girtin ku ji bo avakirina Hêzên Parastina Cewherî jî xebat bên destpêkirin.

 

Ciwanên Êzidî plansaziyeke çalakiyan û biryarên girîng di vê kongreya xwede girtin. Yek ji van xalên ku di serî de destnîşankirine jî têkoşîna ji bo dawî anîna esareta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û têgotin ku ewê bi dawî anîna esareta Ocalan têxin navenda têkoşîn û hemû xebatên xwe.

 

Ciwanên Êzidî her wisa yek ji biryareke din ya girîng ku girtine jî têkildaırı têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye ku têde tê gotin, “Li dijî dagirkirina Welat û Êzîdxana pîroz her cûre çalakiyên weke protesto, daxuyanî, kampanyayên îmzeyan û her weke din pêşdixe.”

 

 

Ciwanên Êzidî têkildarî xwe rêxistinkirinê jî gelek biryarên girîng girtine û wiha têgotin,

 

— Her komîteyek li gorî pêwîstiyên kar û xebatên xwe, komunan avadike.

 

— Bi perspektîfa 1. Kongreya Ciwanên Êzidî lijneyên pêwîst (xwendekaran, ragihandin, perwerde, çand û huner û werzîş û hwd.) ava kirin.

 

— Di nava karkerên ciwan ku diçin derveyî Şengalê, rêxistinkirina wan.

 

— Ji bo Yekitiya Ciwanên Kurdistan û Rojhilata Navîn yekkirina ciwanên Êzîdî di qada netewî û navnetewî de armanc dike.

 

— Di nava Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê de nûnertiya xwe dibîne û di warê rêxistinî de pêşengiyê dike.

 

Ciwanên Êzidî îşaret bi rêxistinkirina xweser ya jinên ciwan yên Êzidî jî dike û hate ragihandin ku rêxistinkirina xweser ya jinên ciwanan hedef dike.

 

Di dawiya Kongrê de berxwedana gelê Efrînê ya li hember êrîşên dewleta Tirk ya dagirker hate silavkirin. Her wiha kongre destnîşan kir ku ciwanên Êzidî wê alîkariya leşkerî û mirovahî ya gelê Rojava di karesata 03’ê Tebaxa 2014’an de ticar ji bîr nekin û di rojên giran û zehmet de her tim bi wan re bin.