‘Divê partiyên Başûr li dijî Dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin’

105

HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS

 

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîş û hewdana Tirkiyeyê ya dagirkirina Kantona Efrînê a Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

 

Endama Rêveberiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Soma Elî  têkildarî  êrîş û hewldana dagirkirina Efrînê ji ajansa me re wiha got: "Hizba Zehmetkêşan Kurdistanê wan êrîşan şermezar dike. Divê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî hemû komployên Erdogan û partiya wî yên li dijî gelê kurd xwedî helwest bin."

 

 

Soma Elî anî ziman ku tu çekek din di destê dewleta Tirk de nemaye û dixwaze bi rêya dagirkeriyê soza Tirkên nîjadperest bîne cih û got: "Hikûmeta Tirkiyeyê di asta giştî ya navxweyî de çok daniye. Di aliyê peywendiyên ji derve jî bi heman şêweyî ber bi kêm bûnê ve diçe. Ji ber wê dixwaze bi van karên şovenîstî soza Tirkên nîjadperest bi cih bîne. Lê bi vê yekê jî nikare ji wê krîzê rizgar bibe."

 

Endama Rêveberiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Soma Elî bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: "Pêwiste partiyên siyasî û hemû çin û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê dagirkeriya dewleta Tirk bi çalakiyên berfireh helwesta xwe nîşan bidin."

 

Her wiha Endamê Hizba Komûnîsta Kurdistanê  Suphî Mehdî jî bi heman awayî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê  û hewldana dagirkeriyê şermezar kir wiha behsa armanca wan êrîşan kir: "Armanca dewleta Tirk ya ji van êrîşan, hevkarîkirina DAIŞ'ê ye û dijayetiya li hemberî destkeftiyên ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine ye."

 

 

Suphî Mehdî ev jî got: "Pêwîste Neteweyên Yekbûyî,  hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorê, hemû parêzerên mafê mirovan li dijî vê destdirêjiyê bê deng nebin û parastina xelkê Efrînê bikin. Her wiha divê li hemberî dewleta Tirk helwestek cidî nîşan bidin."

 

Endamê Hizba Komûnîsta Kurdistanê  Suphî Mehdî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê bi yek deng hemû hewldanên siyasî û dîplomasî bikin ji bo rawestandina êrîşên ne rewa yên dewleta Tirk."

 

Hêjayî gotinêye ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve dewleta Tirk a dagirker bi topan êrîşî kantona Erînê dike. Niha jî dewleta Tirk êrîşên xwe berfireh kiriye û dixwaze xaka Efrînê dagir bike. Lê heta niha li dijî vê destdirêjiya dewleta Tirk ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hikûmetê û ti partiyên din yên Başûrê Kuristanê bi awayek fermî  helwest û nerazîbûna xwe nîşan nedane. Ev jî dibe sedema rexne û nerazîbûnên gelê Kurd.