Goran û Yekgirtû: Divê parlemento bê şert û merc vebe

115

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Îro saet 10: 30’an de şandeyeke bilind ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibin serokatiya Serokê Yekgirtûya Îslamî Selahadîn Mihemed Behadîn de serdana Navenda Tevgera Goran ya li bajarê Silêmaniyê kir. Civîn di saet 13:00’an de bi dawî bû.

 

Piştî civînê her du alî daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û dibin çend xalan de mijarên ku hatine nîqaşkirin û lihevkirin li ser çêbûye hate eşkere kirin. Xalên ku hatine destnîşankirin wiha ye;

 

— Li ser esasê berjewendiyên gelê Kurd pêşxistina pewendiyên di navbera herdu aliyan de û parvekirina fikir.

— Çareserkirina pirsgirêkên mûçeyên karmendan, başkirina rewş û debara welatiyan.

— Referandûm wek pêngavek ji bo serxwebûnêbe û ev li herêmên Kurdistanî yên statûya xwe ne diyar jî were pêkanîn. Referandûm, mafeke rewa ya gelê Kurd e. Lê divê ji bo pêkanîna referandûmê piraniya dengê hêzên siyasî, bingeheke qanûnî hebe û her wisa parlemento bê şert û merc were vekirin.

— Nabe ti hêzek mijara referandûmê weke destkeftiyeke xwe yanjî li ser esasê pêkanîna armancên xwe dest bigire.

— Pêwîste referandûm, bibe wesîleyek ji bo rêxistinbûna navxweyî, çareserkirina hemû pirsgirêkên siyasî, aborî û qanûnî, sererastbûna pêwendiyên di navbera aliyên siyasî û pirsgirêka serokatiya herêma Kurdistanê jî were çareser bike.