Li Kerkûkê li dijî bi taybetkirina beşa ceyranê çalakî pêk hat

102

SORAN MIHEMED/KERKÛK

 

Îro li ber deriyê avahiya Waltiya Kerkûkê ji aliyê  komîtiya parêzgeha Kerkûkê ya Hizba Komûnîst a Kurdistanê ve çalakiyek ya nerazîbûnê pêk hat.

 

Berpirsê Endamên Komîteya Parêzgeha Kerkûkê Aras Necim daxuyaniyê çapemeniyê xwend û wiha got: "Hikûmeta Îraqê di hewla wêdeye ku xwe ji berpirsyartî, rêxistinkirin, giringîdayîn û dabînkirina wezareta kareba dur bixe. Ev beşe nîştimaniye û milkê giştiye."

 

 

Di berdeama daxuyaniyê de ev jî hat gotin: "Em weke Hizba Komûnîsta Kurdistanê dibêjin ku  kirina ceyranê ya beşa taybet tiştekê nayne ji bilî anîna pirsgirêkên mezin ji bo gelên Iraqê. Bi teybetî ji bo welatiyên hejar."

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hizba Komûnîsta Kurdistanê bi taybetkirina beşa ceyranê bi tamamî red dike û bal hat kişandina li ser van xalên jêr;

 

* Em bi taybetkirina beşa ceyranê b her awayî red dikin.

 

* Bi taybetkirina beşa ceyranê destpêkeke ji bo destkarî kirina beşên din yên giştî wek perwerde û tendirûstiyê.

 

* Em ji walî û hemû endamên walîtiya Kerkûkê dikin ku bi hemû awayî vê hewldanê red bikin.

 

* Em bi her şêweyî zêdekirina beşa ceyranê red dikin ji bo ku welatiyên hejar nikarin dabîn bikin.

 

* Erkê hikûmetêye ku ceyran û xizmetgûzariyên giştî ji bo welatiyan dabîn bike.

 

* Em sepandina siyaset û mercên sindoqa dirava navdewletî bi ser Îraqê red dikin. Ji ber ku dibe sedema zêdebûna rêjeya hejaran. Bi vê yekê dê encamên xirab bi ser civakê de bên.

 

Di vê derbarê de Serokê Meclîsa Parêzgeah Kerkûkê Rêbiwar Talebanî jî ji ajansa me re axivî û got: "Ez bawerim ku her projeyek ku ne berjewendiya xelkê hejar yên vî bajarî de be nayê bi cih anîn. Bi giştî ew projeyane ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi cih bîne di berjewendiyên kesên dewlemend de ne û xizmeta hejaran nake. "