Li Rojhilatê Kurdistanê du leşkerên Kurd xwe kuştin

107

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Roja yekşemê leşkerê ji Bokanê ê bi navê Behzad Palewanî li baregeha leşkerî ya bajarê Meraxe ya girêdayî Tebrîzê bi çek dawî li jiyana xwe anî.

 

Her wiha roja Şemiyê jî leşkerê ji Kamyaranê yê bi navê Mucteba Ehmedî li  heman baregehê xwe bi darve kir û dawî li jiyana xwe anî.

 

Di salên dawî de bi dehan leşkerên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di dema bikaranîna erkê xwe yê bi zorê yên leşkerî de  li Îranê  dawî li jiyana xwe anîne.