Şandeyeke Hikûmeta Iraqê li Hewlêrê ye

99

 

ROJNEWS / HEWLÊR

 

Îro saet 09:30'an şandeya Hikûmeta Iraqê ku ji Wezîrê Petrolê Cebar Elî Liêbî, Wezîrê Perwerdê, Wezîrê Çandiniyê, Wezîrê Ceyranê, Wezîrê Darayî û cîgirê van wezîrên di şandeyê ya hikûmeta Iraqê de cih digirin û hindek rêveberên hikûmeta Iraqê ji bo hindek hevdîtinan derbasê Hewlêra Başûrê Kurdistanê bûn.

 

Tê payîn ku şande li gel Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hinek Wezîrên Hikûmeta Herêmê re hevdîtinê bike.

 

Li gorî agahiyên ku me bidestxistine armanca hatina vê şandeyê ya ji bo Herêma Kurdistanê guftûgokirina pirsgirêkên di navbera herêm û Bexdayê de ye.