‘Sê hezar xelkê sivîl li Mûsilê di destê DAIŞ’ê de ye’

111

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Tevî ku du roj berê niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Mûsilê serkeftina hêzên Iraqî û kontrol kirina Mûsilê ragihandibû jî lê, li gorî nûçeyeke di BBC Îngilîzî de derketiye, Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandiye ku 3 hezar welatiyên sivîl yên Mûsilê hîna jî li parêzgeha Mûsilê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne û kesên ku di destê DAIŞ’ê de mane jî piranî mirovên temen mezin, zarok û kêm endamin.

 

Serbazên Amerîkî jî ragihandin ku hîna hêjmareke kêm ya çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê mane û pevçûnên wan yên bi hêzên koalîsyon û hêzên Iraqî re jî berdewame.

 

Hêjayî gotinêye ku operasyona kontrolkirina Mûsilê bi qasî 9 mehan domand û bi hezaran welatiyên sivîl bûn qurbanî û 920 hezar welatî jî ji warê xwe bûn.