Feyas: Armanca me rizgarkirina sivîlane

104

 

 

 

 

ŞEMAL HESEN / ELÎ QADIR / ROJNEWS

 

Çeteyên DAIŞ'ê ji bo paristina xwe sivîlan weke mertalên zindî bi kar tîne. Ji ber vê yekê ji sivîlan dîl digrin û rê nadin ji herêmên şer xwe xilas bikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo sivîlên ji aliyê DAIŞ'ê ve tên dorpêç kirin û rehîn girtin rizgar bikin, hêzekî taybet ya rizgarkirina sivîlan ya bi navê 'Şêrên Firatê' ava kiriye. Hêzên Şêrên Firatê heya niha bi hezaran sivîl ji Reqa  û gundewarên wê rizgarkirine û birîne herêmên bi ewle.

 

'Armanca me rizgarkirina sivîlane'

 

Yek ji Fermandarê hêzên  Şêrên Firatê, Mecid Feyas têkdarî armanca wê hêzê de ji ajansa me re axivî û wiha got; "Armanca me ya yekem rizgarkirina gelê me yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Piştre rizgarkirina hemû wan cihên çeteyên DAIŞ'ê lê bi cih bûne."

 

Mecid Feyas bal kişand li ser kiryarên çeteyên DAIŞ'ê û wiha destnîşan kir; "Çeteyên DAIŞ'ê bi hemû rengî welatiyên sivîl bi kar tîne. Ji bo xwe li hemberê hêzên QSD'ê bi  parêzin sivîlan weke mertalên zindî bi kar tîne. Ji ber ku nikarin xwe li hemberî hêzên me bigrin. Dizanin ku em welatiyên sivîl nakin armanc. Di zanin em tiştekê ji welatiyên sivîl nakin. Vê yekê weke derfetekê li hemberî hêzên QSD'ê bi kar tînin."

 

 

Mecid Feyas herî dawî wiha ragihand; "Çeteyên DAIŞ'ê pêştir li hemû wan sînorên ku sivîl lê bûn, mayîn danîne. Pêştir çeteyên DAIŞ'ê bi cilên sivîl di kevin nava gel û diçûn li wan cihan mayîn didanîn. Herwiha bi rêya cilên sivîl dixwazin derbasî herêmên me ji bibin. Lê em gelek baldar tevger dikin. Em lêkolînê ligel her kesekî derbasî herêmên me dibe dikin. Em li vê derê hemû çeteyên DAIŞ'ê agadar dikin, biçin li kûderê, wê hêzên QSD'ê li pey wan bikevin. Heya ku em hemû gelê xwe rizgar dikîn. Wê hêza me ya taybet dest ji kar neberde, heya hemû sivîl tên rizgarkirin."