Karmendek yê Şaredariya Mihabadê xwe kuşt

93

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, şevê din yek ji karmendên şeredariya bajarê Mihabadê yê bi navê Helmet Mûradî li cihê karkirina xwe ya li avahiya şeredariyê xwe hilawistiye û dawî li li jiyana xwe aniye.

 

Çavkaniyek nêzîkî Helmet Mûrdiyê xwe kuştî jî diyar kir ku Helmet Mûradî ji ber kêmiya destheq xwe kuştiye û got: "Ji ber  wê xwe li avahiya şaredariyê hilawistiye. Ji ber ku xwestiye li ber çav be ku kuştina wî li beramberî rewşa jiyanê nerazîbûneke."

 

Di nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw de ha ev jî hat gotin: "Karmend û karkerên şaredariya Mihabadê ev sê mehin mûçeyê xwe wernegirtine û di rewşek gelek zehmet de jiyana xwe berdewam dikin."