McGurk: Ji bo referandûmê me daxwaz ji hikûmeta Herêmê kiriye careke din bi hizre

127

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Nûnerê taybet ê Serokê DYA’yê Donald Trûmp Brett McGurk li ser pirsekî ya derbarê referandûma Herêma Kurdistanê ku di malpera fermî ya Wezareta Derve ya DYA'yê de hatiye weşandin de, wiha radigihîne; "Têkildarî referandûmê, li gorî min, bi zelal û bi temamî dijberiya xwe ya li dijî referandûma 25'ê Îlona îsal rabigihînin.  Me daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye careke din li ser biryara referandûmê bi hizrin. Herwiha em ligel diyalogên ligorî destûrê yên ligel hikûmeta navendî ne."

 

Nûnerê taybet ê Serokê DYA’yê Donald Trûmp Brett McGurk têkildarî çeteyên DAIŞ'ê jî wiha anî ziman;  "Pêwîste hemû çavê me li ser DAIŞ'ê be. Ji ber ku hîn nediyare. Wê pêngava navçeya Hewîce pêngevekî gelek aloz be. Her hewildanekî bibe sedemê ji holê rakirina vî erkê, em piştgiriyê nakin. Kontrolkirina Mûsilê nayê wateya bidawbûna DAIŞ'ê. Koalîsyona Navnetewî di kontrolkirina Hiwîce, Tilefer de hevkariya hêzên Iraqî dike."