‘Pêwîste yekîtiya netewî ya Kurd pêk were’

110

 

 

BERHEM LETÎF / ROJNEWS

 

Hejmark çîn û pêkhateyên navçeya Kelar a ser bi herêma Germiyanê  di derbarê giringiya pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd û pêwîtiya lidarxistina kongreya netewî ya Kurd de ji ajansa me re axivîn.

 

Eta Heme Salih di vê derbarê de anî ziman ku hebûna hêzek Kurdan ya yekgirtî û pêk anîn kongreya netewî ji bo hizra rêxistinî ya her çar parçeyên Kurdistanê weke pêwîstiyek nîştimaniye û got: "Ji bo ku Kurd li beramberî guhertinên Rojhilata Navîn yek deng be yekîtiya netewî gelek giringe."

 

 

Her wiha Mamosteyê Zanîngehê Dr. Cemal Kerîm  jî got ku niha ji her demê zêdetir pêwîtiya gelê Kurd bi stratejiyek Kurdî heye û  axaftina xwe wiha berdewam kir: "Stratejiya Kurdî jî xwe di yekîtiya netewî ya Kurd de dibîne."

 

 

Cemal Kerîm  ev jî got: "Berê em xwediyê parçeyek azad tenê bûn. Niha du parçeyên Kurdistanê azadin. Ji ber wê ger xwesteka yekîtiya netewî hebe rê gelekin û dikare pêk were."

 

Li ser haman  mijarê Rojnameger Kameran Yarweys jî wiha got: "Hinek welatan tenê mezheb û ol xistina navendek ji bo yekgirtinê. Ji bo me jî ne enfalê, ne kimyabaranê, ne darvekirinê, ne rûxandina gundan wisan nekiriye ku em bibin xwedî helwestek netewî.

 

 

Kameran Yarweys ev jî got: "Belavbûna siyasî, hizbî, îdeolojiyê û dabeşbûna xaka Kurdistanê wisan kiriye ku em hinek taybetmendiyên welatên dagirker werbigirin. Lê li çar parçeyên Kurdistanê her dem gel amadeye ji bo ku yek gotara me ya netewî hebe."