Peyman Ezedîn: Cîhan jî dizane Tirkiye piştevaniya DAIŞ’ê dike

107

 

BOTAN GERMIYAN / ROJNEWS

 

Ev zêdetirî mehekêye ku dewleta dagirker a Tirk li sînorê kantona Efrînê hêz kom dike. Bi niyete ku êrîşî Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bike û dagir bike. Ev jî bûye sedama nerazîbûna Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat. Ji bo piştgiriya Efrînê jî çalakî û meş tên lidarxistin.

 

Parlamentera berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê  ya Tevgera Goran Peyman Ezedîn têkildarî êrîşên li ser Efrînê ji ajansa me re axivî û got: "Êrîş û operasyona Tirkiyeyê ya ser Efrînê ne ecebê. Ji ber kuTirkiye wek welatek dagirker dijberiya hemû destkertiyên gelê  Kurd  dike li her derê Kurdistanê."

 

Peyman Ezedîn ev jî got: "Ewa ku niha li Rojava heyî ji bo hemû gelê Kurd  û bi taybetî hêzên Kurdî serkeftinek mezine. Tirkiye dizane ku welatên desthilatdar piştgiriya Kurdan dike. Her wiha hêzên Kurdî karîne xwe bînin wê astê ku niha di çavê Cîhanê de bûye hêzek şoreşgerî ku şerê terorê dike.Tirkiye jî bûye piştevanê koma terorîst ya DAIŞ'ê û rûyê rast yê terorîstî ji bo Cîhanê eşkere bûye."

 

Peyman Ezezîn diberdewama axftina xwe de diyar kir ku wê di pêşerojê de Tirkiye ji dijberiya  Kurdan zererê bibîne û got: "Ev kiryarên dewleta Tirk ji bo niha metirsiyeke mezine û ji bo pêşeroja Tirkiyê ya endamtiya yektiy ewropa. Ya giring ewe ku Kurd li gel van ezmûnên bûrî bikare mameleyê bi lîstokên siyasî bike. Her wiha li wan herêmên ku têde heyî de parastina berjewendî û destkeftiyên xwe bike."

 

Parlamentera berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê  ya Tevgera Goran Peyman Ezedîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Başûr di bin zextek zêde ya siyasî de ye. Di krîza siyasî û darayî de ye. Ev jî ji siyaseta komploger ya Tirkiyeyê û welatên desthiladar yên herêmê ne qute. Krîzê wisan li welatiyên Başûr kiriye ku nekare bifikire û nekare di asteke asayî û xwezayî de bifikire ji bo pêkanîna wekheviyê li gel parçeyên din yên Kurdistanê ji bo piştgirî û hevxemî û yek helwestbûnê."