Polîsên Silêmanî du gumanbarên bûyera kuştinê girtin

87

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şeva buhrî li  taxa Şarewanî ya bajarê Silêmanî welatiyek bi navê R.X.W di encama bûyerek gule berdanê de hat kuştin û sê welatiyên din jî birîndar bûn.

 

Têkildarî bûyerê îro Rêveberiya Polîsên Silêmanî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku bûyer ji ber nîqaşa di navbera du malbatan de çêbûye.

 

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî hêzên polîsan gihiştin cihê bûyerê û bûyer lêkolîn kir, du gumanbar girtin.

 

 Hêjayî gotinêye ku bûyerên kuştin û xwekuştinê li Herêma Kurdistanê bi awayek berçav zêde bûye. li gorî bîlançoya Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê ji 2’ê Hezîranê heya 2’ê Tîrmehê 27 bûyerên kuştin û xwe kuştinê li Herêma Kurdistanê çêbûne.  Lê piştî belav kirina wê bîlançoyê 13 bûyerên kuştin û xwe kuştinê çêbûne.