Şemal Cebar Yawer: Dibe ku krîza dermanan derbikeve

97

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Rêveberê Giştî yê Saziya Tenduristiya Pêşmergeyan Dr. Şemal Cebar Yawer, li nexweşxaneya Şoreş ya bajarê Silêmanî daxuyaniyek çapemeniyê lidarxist û di daxuyaniyê de bîlançoya tenduristiyê  eşkere kir.

 

Şemal Cebar Yawer di daxuyaniyê de wiha got: “Di şeş mehên îsal de  505 hezar û 661 nexweş serdana me  kirine. Di giştî sala 2016’an de milyonek û 213 hezar nexweş serdana nexweşxaneyê kiriye. Li gorî wê rêjeyê, îsal serdan kirina nexwexaneya me zêde kiriye. Ji ber rewşa xirab ya aboriya welatiyan, nexweş kêm serdana nexweşxaneyên taybet dikin. Di salên buhrî de ev nexwexane tenê ji bo pêşmergeyan bû. Lê niha me deriyê xwe ji bo hemû nexweşan vekiriye.”

 

Şemal Cebar Yawer balkişand ser zêdebûna şêniya Herêma Kurdistanê û bandorên wê yên nerênî li ser nexweşxaneyan û wiha pêdeçû: “Ji ber hatina penaberan, şênî ji seda 30 zêde bûye. ji ber wê jî bandora xwe li ser zêdebûna serdanên nexweşxaneyên hikûmî heye. Di 6 mehên îsal de hezar û 12 birîndarên şer hatine şandina dervey welat. Gelek birîndar hene ku em bişînin derve.  8 ton derman li ser eniyên şer de hatine belav kirin.  203 emelyat hatine encam dan.”

 

Şemal Cebar Yawer axaftina xwe wiha domand: “Ji 10’ê Hezîrana 2014’an  heya 10’ê Hezîrana 2017’an hezar û 745  pêşmerge şehîd bûne 10 hezar û 69 pêşmerge birîndar bûne û çarenûsa 66 birîndaran jî ne diyare. Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastina Iraqê ti alîkariyek ne kirine. Ji ber wê eger wisan dewam bike, ji ber zêdebûna rêjeya nexweşan, dibe ku krîza dermanan derbikeve.”

 

Yawer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo operasyona kontrol kirina Hewîce amadekarî hatine kirin. Hêzên Pêşmerge û Tenduristiyê jî wê tevlî bibin.  Wê ekîbên tenduristiyê li eniyên şer karên xwe bikin û birîndaran derman bikin.”