Sîrwan Mihemed: Dê rewşa ceyrana Silêmaniyê xirabtir bibe

142

BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS

 

Her sal di werzên havîn û zivistanê de ceyrana giştî bi awayek ber bi çav tê kêmkirin. Ev çend salin berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sedan soz dane gel lê ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê niha ti sozên xe bi cih ne anîne.

 

Welatiyên bajarê Silêmaniyê di derbarê pirsgirêka ceyranê de ji ajansa me re axivîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

 

Welatiyê bajarê Silêmaniyê Heval Mihemed di vê derbarê de wiha: “Di werza germ de ceyran tê birîn. Ev jî rewşa gel ne baş dike. Hikûmet pêdawistiyên gel dabîn nake. Niha gelek penaber aniye Başûrê Kurdistanê, fabrîqeyên mezin zêdekiriye ku ev ji sedemek din yê xirabûna ceyranê ye. Pêwiste Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavdêrî li ser van bûyeran bike.”

 

 

Welatiyê bi navê Diyar Fereç ji li ser heman mijarê wiha axivî: “Li Herêma Kurdistanê çiqas dem derbas dibe ewqas rewşa heyî xirabtir dibe.  Ne tenê ceyran hemû xizmetguzariyek di nava Başûrê Kurdistanê de ber bi xirabiyê ve diçe. Sedemê xirabûnan ji siyaseta xirab ya rêveberên Herêma Kurdistanê ye. Hinek roj jeneratorên taybet ji jeneratorên hikûmetê zêdetir ceyranê dide welatiyan.”

 

 

Diyar Fereç di dwiya axaftina xwe de wiha got: “Rojane piraniya petrolê dişînin derveyê Kurdistanê û kesek nizane ku dahata wê çijê tê. Ev dahata ku ji jêderên xwezayî yên Herêma Kurdistanê tê bi dest xistin li gelek welatên din nayê bidestxistin. Ew welat di aliyê xizmetguzariyê de di Cîhanê de di rêza yekem û duwemîn dene û li vir jî em dinava krîza darayî dene.”

 

Di derbarê nerazîbûnê welatiyan de jî Rêveberê Ragihandina Giştî ya Ceyrana Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ku ji anasa me re axivî û wiha got: “Sedema xirabûna ceyrana bajarê Silêmaniyê û tevahiya Herêma Kurdistanê beşeke ji krîza darayî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketiya nav de. Ceyran roj bi roj ber bi xirabûn ve diçe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çav ti planek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ceyranê nîne.”

 

 

Sîrwan Mihemed di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Mixabin niha asta berhem anîna enerjiya ceyrana me têre xelkê nake. Ji ber vê di werza havîn û zivistanê de em demên dayîna ceyran pir kêm dikin. Em niha 10 saet ceyrana giştî didin xelkê û demê mayî ji jeneratorên taybet pêşwazî dike.”