Tevgera Azadî: Bila em di roja qetilkirina Qasimlo de li hev kombibin

101

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di rojek wek îro de Dr. Ebdurehman Qasimlo li paytexta Avusturya, Viyanayê  bi komployekê hat qetil kirin. Têkildarî wê jî Tevgera Azadiya Komelga Kurdistanê  daxuyaniyek nivîskî bi navnîşana ‘Ji bo Qasimlo û hevalên wî’ belav kir.

 

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de wiha hate gotin: “13’ê Tîrmeha 1989’an ji bo gelê Kurd yek ji rojên herî tarî û bi karesat bû. Di dîrokê de her tim gelê me dibin dagirkerî, komkujiyan  re derbas bûye û hewldanên tinekirina nasname û hebûna me jî berdewam dike. Lê bê pêşeng û bê rêveberên qehreman nemane û hertim  li hember hewldanên dagirkeran,  me tekoşîn aazadî û xeta şoreşa azadiyê berdewam kiriye.”

 

Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku 28 sal berî niha Dr. Ebdulrehman Qasimlo, ji  bo guftûgo kirin û danûstandinên li gel şandeyek rejîma Îranê hevdîtin kiribû û got: “Şandeyê bi awayek ji hemû pîvan û exlaqên siyasî, yasayî û navnetewî dûr, Qasimlo û li gel hevalên wî yên bi navê Ebdulah Qadir û Fazil Resûl di kombûnê de qetil kirin.”

 

Daxuyanî wiha dewam dike: “Bê guman Dr. Qasimlo heya dawiya temenê xwe ji bo gelê xwe tekoşîn kir. Di temenê xwe de wek pêşengek li Îran û Rojhilatê Kurdistanê karî rolek baş werbigre. Mixabin ev rol û misyona girîng ji bo dewleta Îranê bû metirsiyek. Di encam de dewleta Îranê weke karê xwe yê her demî, bi alîkariya hinek welatên hevkar ên Ewropayê, tekoşerên Kurd li Viyanayê qetil kir. Em wek Tevgera Azadî, di asta herî bilind de wan bi bîr tînin û di şexsê wan de hemû qehremanên rêya azadiya Kurdistanê bi bîrtînin.  Em soz didin wan, emê xebat û armanca wan bi şopînin.”

 

Tevgera Azadî di dawiya daxuyaniyê de ev gotin kir: “Em dixwazin wek bersîvek ji bo vî karê terorîstî û hemû hewldanên qirêj ên dagirkeran, wek deynek yê rêbaza Qasimloyan, em bikarin yekgirtî bin û bi hevre kar bikin. Pêwîste divê bîranînê de yekîtiya Kurdan pêşbixînin û li derdora hevdû kom bibin. Divê  ji bo gihiştina armancên şehîdan, ji bo yekîtiya netewî pêngavên bi leztir bavêjin.