YNK: Ji bo aktîfkirina parlamentoyê û yasaya referandûmê emê israr bikin

100

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Silêmaniyê îro bi beşdarbûna Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kusret Resûl Elî civîna asayî ya polîtboruya YNK'ê pêk hat. Piştî civînê daxuyaniyekî nivîskî hat dayîn.

 

Di daxuyaniya YNK’ê ev du xal tên destnîşan kirin; "YNK girêdayî referandûmê ye. Li gorî naveroka piştî civîna Encûma Rêveberiyê, ji bo li darxistina yasayê referandûm û aktîfkirina parlamentoyê israr dike.

 

YNK'ê  şandek avakiriye ji bo serdana PDK û Tevgera Goran bike, armanca şandeyê, agarkirina wan ya ji şandeya YNK'ê ya serdana dewlatên herêmî bike. Ji bo referandûm, rewşa aboriyê û pirsgirêka ava Zêyê Biçûk guftûgo bike."