HPG: 20 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

133

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî detayên çalakiyên di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş’ de ku li Zagrosan dewam dike, agahî parvekir.

 

Di daxuyaniya HPG’ê de, detayên çalakiya îro li ser rêya Colemêrg-Çelê lidar xistî jî cih girt.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

“Hêzên me di nav çarçoweya Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Colemêrgê, li Şemzînan û Çelê bi ser artêşa dagirker a TC’ê de çalakî lidar xistine.

 

16 leşker hatin kuştin

 

13’ê Tîrmehê saet 01.40’î hêzên me konwoyeke artêşa dagirker a TC’ê ku ji navenda Colemêrgê ber bi Çelê ve diçû, li gundê Nîvoka kirine hedef. Ji nêz ve li wesayiteke ku cebilxane têde bû û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kirpî xistine û hatin rûxandin. Bi teqîna wesayîta ku cebilxane têde bû şewat derketiye û bi vê şewatê re wesayîtên din jî şewitîne. Her wiha dîsa li wesayîteke din a zirxî ya bi tîpa kirpî xistine û vê jî derb xwariye. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 16 leşkerên dijmin hatin kuştin û 14 leşker jî birîndar bûne.

 

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêrên kobra yên êrîşê, bi obus û hawanan li herêmê xistiye. Hêzên dagirker ji bo ku wesayîtên xwe yên ku hatine rûxandin û leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji qadê rakin rêya Colemêrg- Çelê demek dirêj li trafîkê girtiye.

 

Li Şemzînan û Çelê çalakî

 

13’ê Tîrmehê saet 17.30’an hêzên li Çelê bi ser Girê Şehîd Mezlûm de ku çalakiyek pêk aniye û leşkerên dijmin kiriye hedef. Di vê çalakiyê de derbeke serkeftî li leşkerên dijmin hatiye xistin û 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li herêmê xistiye.

 

13’ê Tîrmehê saet 08.20’an hêzên me li Şemzînanê, li Girê Çeta kulubeyeke hêzên dagirker kiriye hedef. Di vê çalakiyê de çend leşkerên dijmin hatine kuştin û çend birîndar bûne tam diyar nebûye.

 

Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin

 

12’ê Tîrmehê saet 13.00’an hêzên me li Şirnex Basanê çalakiyek li dijî tabûra Findikê kirine. L ivir ji 2 baskan ve li çeperên tabûrê xistine û di vê çalakiyê de hatiye dîtin ku 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 1 ji leşkerên dijmin jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê tabûra Findikê û Qereqola Zivingê qad daye ber obus û topên hawanan.

 

13’ê Tîrmehê saet 06.00’an artêşa dagirker a TC’ê bi helîkoptêrên êrîşê yên kobrayê qada Findikê bombe kiriye.

 

Li Osmaniye yê li dijî tabûrekê çalakî

 

10’ê Tîrmehê saet 12:00’an, hêzên me li dijî tabûrekî leşkerên artêşa Tirk a girêdayî navenda Osmaniyeyê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya avahiya komandoyan, lojman û qada perwerdehiyê hate hedefkirin de, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonekê kiriye, operasyon heman rojê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

 

Li Farqînê li dijî hêzê operasyonê çalakî hatin lidarxistin

 

9’ê Tîrmehê di saetên şevê de hêzên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Farqîn û Pasûr a Amedê dest bi operasyonekê kirine. Operasyona ku li gundên Sêdeqnê, Cûmatê, Cêndres û Şêlima yên Farqîn û derdroî gundên Barûnê û Godarnê yên navçeya Farqînê bi kemînan destpê kirî, 11’ê Tîrmehê belavî herêmê bûye. Di vê operasyonê de hêzên dagirker zext li gundiyan kirine û hinek gundî jî kirine binçavan.

 

12’ê Tîrmehê saet 09:50’an, hêzên me wesayîtekî zirxî ya artêşa Tirk kû beşdarî operasyonê bibû li nêzî Gundê Godarnê kirin hedef. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

 

Artêşa Tirk a ku ji operasyonê ti encam negirt, 12’ê Tîrmehê di saetên şevê de neçar ma vekişe.

 

Êrîşên hewayî

 

13’ê Tîrmehê di saetên nîvroyê de, balafirên şer ên artêşa Tirk devera Tabûra Êreba û gundê Satê yên girêdayî Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

 

10’ê Tîrmehê saet 10:10’an, balafirên şer devera Werxelê yê girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.”