Li gundên Mêrdîn û Şemzînanê qedexeya derketina derve hat ragihandin

129

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dewleta Tirk di çarçoveya operasyonan de li sê gundên navenda Mêrdînê, derketina derve qedexe kir.

 

Li gorî agahiyan, li gundên Ahmetlî, Aytepe û Yaydere yên ser bi navenda Mêrdînê ve derketina derve hatiye qedexekirin. Hat ragihandin ku  leşkerên Tirk li herêmê ketine nava liv û tevgerê.

 

Her wiha li gundê Altinsû û gundikê wê Încesû yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bi heman armancê derketina derve hate qedexekirin. Tê gotin ku li vir jî operasyona leşkerî dest pê kiriye.