Li Kerkûkê jinek DAIŞ’î hat girtin

103

 

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

Berpirsê Polîsên bajarok û navçeyên Kerkukê Serhed Qadir ragihand ku ji aliyê hêzên wan ve jinek DAIŞ'î li nêzî noqteyekî kontrolê ya di navbera Kerkûk û Hewîce yê hatiye girtin.

 

Berpirsê Polîsên bajarok û navçeyên Kerkukê Serhed Qadir têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; "Piştî komkirina agahiyan li ser wê jina DAIŞ'î ku bi veşartî di nava koçberan de derbasî Kerkûkê bûyî, îro ji aliyê hêzên me ev jina bi navê Texrîb Ebdullah ya ji aliyê dadgehê ve jî hatî xwestin, hate girtin. Bi madeya 4 a terorê hatiye vexwendin. Texrîb Ebdullah hevjîna Şefîq Samî yê ku berpirsê leşberî yê çeteyên DAIŞ'ê yên li bajarokê Zap a Hewîce ne."