Niyaz Hemîd: Êrîşkirina ser Efrînê, plana AKP û DAIŞ’ê ye

107

 

 

 

SORAN MIHEMED/ KERKÛK

 

Êrîşên dewleta Tirk ya li ser Kantona Efrînê û Rojavayê Kurdistanê berdewame. Tirkiye di xwaze bi rêya operasyonên leşkerî  Kantona Efrînê dagir bike. Ev jî rastî bertekên navxweyî û navnetewî tên.

 

Têkildarî mijarê Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd wiha ji ajansa me re axivî: “Ewa ku Tirkiye dixwaze bike, ne tiştekî nûye. Di heman demê de planek dirêje ku ji şoreşa Rojava ji 19’ê Tîrmeha 2012’an ve destpê kiriye. Di vê plana xwe de bi ser nakeve. Di destpêkê de  li Serêkanî, Amûdê piştre jî Kobanê, Girê Spî, Cerablûs û herêma şehbayê  xwest bide meşandin. Îro jî dixwaze li Efrînê  dubare bike.”

 

Her wiha Niyaz Hemîd got: “Hemû deman bi berxwedaniya gel û şervanan ew plan têkçûye. Lê AKP dest ji wê bernade. Gel li Efrînê piştrast kir ku wê êdî qedera leşkerên Tirk û hevalbendê wê li Efrînê têk biçe.”

 

Hemîd axaftina xwe wiha domand: “Armanca êrîş kirina ser Efrînê heman armanca AKP û DAIŞ’ê ye  ku êrîşî Kobanê û destkeftiyên şoreşa Rojava kirine. Armanca Tirkiye parçe kirina kantonên Rojava bû, piştre hemû tine kirin bû. Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û gelên herêmê, Efrînê bi tenê nehêlin. Çawa ku gel Kobanê ti benê nehişt, divê bi heman awayî Efrînê ji bi tenê nehêlin.”

 

Niyaz Hemîd destnîşan kir ku ji berî civîna di navbera Trump û Putîn, her wiha civîna Trump û serokê Fransa Marccon ya ji bo guhertinê, hinek bend derketine holê û wiha pêdeçû: “Di van bendan de Tirkiye û Îran bi awayek li hev kirî li gel Rusya cihê xwe digre. Di xwestin Kurdan bikin hedef. Bi wê re êrîşa ser Efrînê kete rojevê. Rusya û Tirkiye di nav planek qirêj dene. Di vir de li pêşiya Amerîka hilbijartinek giran derdikeve pêş.  Lê di Sûriyê de winda kirina tevgera azadiya Kurd, rolek bihêz ji dest dide. Li gorî min Amerîka nakeve bin bandora plana Rusya û Tirkiyê.”

 

Di dawî de Niyaz Hemîd ev gotin kir: “Tirkiye bûye navenda terorîstên cîhanê. Efrînê biryara xwe da. Wê Kobanêya duyem li Efrînê were afirandin. Di cara yekem de Kobanê berê pirsgirêkan guhert, wê vê carê Efrîn dûbare berê pirsgirêkan bi gûhere û Sûriyê ber bi çareseriyek demokartîk ve bibe.”