QSD li Reqayê pêşve diçe: Li 5 taxa şer girane

88

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, di roja 38`an de bi hemû leza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de li taxên El-Berîd, El-Qadîsiyê û El-Diriyê yên rojavayê Reqayê, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran rû didin.  Şervanên QSD`ê li taxên El-Diriyê û El-Berîd pêşve diçe û cihên ku hatîn rizgarkirin jî operasyona paqijkirinê hatiye destpêkirin.

 

Her wiha taxan gelek çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û cenazeyê sê çeteyan tevî gelek cebilxaneyan ketin destê şervanên QSD'Ê. Lê ji ber şerê giran, hejmara kuştiyên çeteyan nehat zanîn.

 

Di heman demê de, şervanên QSD`ê şevê din li taxa El-Qadîsiyê balafireke keşfê ya çeteyan xistin xwarê.

 

Li eniya rojhilat a Reqayê jî, li taxa Kevin û El-Rewda, di encama şerên dijwar 9 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar  bûn. Her wiha li taxa Kevin  miqdarek ji cebilxaneya çeteyan kete destê şervanan.

 

Di encama şerên giran, 4 şervanên QSD`ê şehîd bûn û sê şervan jî birîndar bûn.

 

Li 5 taxên navborî yên Reqayê şerên dijwar berdewam dike û şervanên QSD'ê  di nava bajêr de pêşve diçin.