YNK, Goran û Yekgirtû dixwazin ji berî raferandûmê jiyana gel bê başkirin

97

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Bi biryara Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û hinek partiyên din yên Herêma Kurdistanê, biryare referandûm di 25’ê Îlonê de were lidarxistin. Her çiqas ji bo referandûmê demek kurt maye jî, lê ji ber zêdebûna krîzên li Herêmê, heya niha aliyên siyasî ji dervey PDK’ê li ser wê mijarê ne gihiştine encamekê. Ew aliyên ku tevlî referandûmê dikin jî gelek merc û pêşniyarên wan heye ku tevlî bibin.

 

 Têkildarî mijarê Endamê Rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Erselan Saleh wiha ji ajansa me re axivî: “Yek ji ew zilma ku hikûmetê  li gel kirî, sîstema paşxistina mûçeye. Em bi rêya wezîrê xwe yê li Desteya Wezîran, rewşê di şopînin û me daxwaz kiriye rewşa jiyana gel asayî bibe ku ji vê rewşa krîzê derbikeve, eger ev pêkhat, wê demê bila referandûm were kirin.”

 

 

Her wiha Erselan Saleh got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihiştiye qonaxekê ku  zilmê li gel dike. ji ber wê destkarî li sîstema mûçeyê gel kiriye. Em dikarîn bêjîn, bêyî baş kirina rewşa gel wê çarenûsa referandûmê xirab be.”

 

Li ser heman mijarê Endama Rêveberiya YNK’ê Rêwaz  Fayîq jî axivî û got: “Ji ber ku dahata sereke ya Herêma Kurdistanê petrole, sektorên din nikare cihê wê dahatê bigre. Nirxê varêlek petrolê daketibû 25 dolarî. Biryar da ku destkarî li mûçeyê gel bike. Niha nirxê her varêlek petrolê du qat bilind bûye. Eger bi ketina nirxê petrolê re mûçeyê gel kêm kiriye, divê niha were baş kirin.”

 

 

Rêwaz Fayîq axaftina xwe wiha domand: “Me di civîna rêveberiya xwe ya berî niha de Cigirê Serokê Hikûmet Qubad Talebanî vexwend û me projeya YNK’ê pêşkêş kir. Ne tenê ji ber referandûmê, ji ber niha nirxê petrolê du qat jî bûye. ji ber wan sedeman, divê Hikûmeta Herêmê ji ber referandûmê li ser wan mijaran kar bike.”

 

Berpirsê Tevgera Goran yê Silêmanî Aso Mehmûd jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Goran ne di hikûmetê deye ku mûçe û debara jiyana gel çareser bike. Hikûmet xwe xirab kiriye û divê xwe jî çêbike. Ti rêkariyek yasayî nîne ku bikare mûçe bike nîvî. Eger Serokê Desteya Wezîran xerciya xwe kir nîvî, bila mûçe jî bike nîvî. Lê evane ji caran zêdetir xerciyan dikin, tenê mûçeyê gel kirine nîvî.”