180 Ciwanên Reqa û Tebqayê tevlî QSD`ê bûn

108

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di dewereya ku 15 rojan dewam kir de Şervanan dewreya li ser bikaranîna çekên giran û sivik dîtin. Hemû şervanên tevlî dewereyê bûn ji gundên Reqa, Tebqaz û gundên girêdayî wanin.

 

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Gelek  Fermandarên QSD`ê tevlî merasîmê bûn. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre Endamê Fermandariya QSD`ê Mehmûd Ismaîl dewre li şervanan pîroz kir û got ku baweriya welatiyên Reqa heye ku dê herêmên wan hemû ji çeteyan rizgar bikin û wê DAIŞ di herêmê de bi temamî were şikandin.

 

 

Ismaîl di berdewama axaftina xwe de her wiha got:  “Bajarê Reqayê li ber rizgarkirinê ye Reqayî dê rêveberiya bajarê xwe bikin. Divê hemû kes erka xwe ya parstina welat pêk bîne.ʺ

 

Endamê Fermandariya QSDʹê Mehmûd Ismaîl di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan dubare kir.

 

Piştre  Şervanan sonda leşkerî xwarin. Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi YPG/YPJʹê û QSDʹê dê bi dawî bû.