Civîna Cinêv-7  bê encam bi dawî bû

96

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hevdîtinên Cinêv-7 a bê beşdarbûna Kurdan a yekane hêza projeya demokratîk a ji bo siberoja Sûriyeyê ye, encam negirt.

 

Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra û tîma xwe, li gel heyeta rejîmê ya di bin serokatiya Beşşar El Caferî û komên ‘muxalîf’ ê di bin navên hevdîtinên Konseya Bilind a Muzakereyan de rêze hevdîtin pêk anîn.

 

Di hevdîtinê de li ser mijarên mîna rêveberî, destûra bingehîn a nû û hilbijartin û têkoşîna li dijî terorê di bin çar sernavan de pêk hat.

 

Mîstûra, diyar kir ku di hevdîtinên 4 rojan dom kir de, nekarîn aliyan li ser heman mêzî bidin rûnişkandin, piştî tûra 7’an û şûnde derket pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyek da.

 

De Mîstûra destnîşan kir, hevdîtinên ku bê ku encamekê bigirin bi dawî bûn, tê plankirin ku tûra 8’emîn a hevdîtinan di serê meha Îlonê de pêk were.

 

Dîsa di tevahî hevdîtinên bêy Kurdan de ku li herêmê xwedî hêza leşkerî û siyasî ya herî xurt e û têkildarî siberoja Sûriyeyê yekane hêza xwedî projeya demokratîk e, aliyekî din jî yê encamnegirtina hevdîtinan komên ku beşdarî hevdîtinan dibin ji siberoja Sûriyeyê zêdetir destkeftiyên xwe diparêzin.