Fermandara YJŞ’ê: Heta hemû jinên Êzidî rizgar nebin jiyan ji me re herame

174

 

RODA ROJBÎN / REQA

 

Ji bo tolhildana jinên Êzidî yên li Reqayê dilgirtî û azadiya wan komek  şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji Şengalê berê xwe dan Reqayê û di pêngava 'Cenga Mezin' de cihê xwe girtin. Bi vê pêngava YJŞ'ê soza tolhildana jinên Êzidî bi hêz bû. Fermandara YJŞ'ê Denîz Dag a ku cihê xwe di operasyona Reqayê de girtî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew bi  cûş û moralek mezin berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih tînin.

 

'Hêviya jinên girtî YJŞ ye'

 

Denîz Dag diyar kur ku ev demeke ew di nava pêngava rizgarkirina Reqayê Cenga Mezin de cih digirin û got: "Em yekineyek ji YJŞ'ê di nava vê pêngavê de cihê xwe digirin. Em bi cûş û moralek mezin hatin. Em li vir hewl didin ku erkê xwe bi şeweyek herî baş bi cih bînin."

 

Dag diyar kir ku tevlîbûna wan a vê pêngavê ji bo wan dîrokiye û got: "Em dizanin ku beriya fermana 74'an hêza me ya xweparastinê nebû û em neperwerdekirî bûn. Hêzek ku me biparêze nebû. Piştî fermanê jinên Êzidî xwe bi çêkera YJŞ'ê re birêxistin kir. Li kuderê Cîhanê bi taybetî li ser jinên Êzidî êrîş hebe dê di pêşengiya YJŞ'e de hemû jin parastina xwe bikin û dê mafên xwe yên heyîn biparêze. Me xwe li ser vî bingehî bi rêxistin kiriye. Em li ser bingehê armanca avakirina xwe îro li çeperên Reqayê  lidijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin."

 

'Jinên Êzidî bi şerkirinê manîfestoya azadiyê  dinivîsin'

 

Fermandara YJŞ'ê Denîz Dax  tevlîbûna xwe ya pêngava rizgarkirina Reqayê weke gavek dîrokî nirxand û diyar kir ku ew bi bi moralek mezin û bi biryar di çeperenane di dilê DAIŞ'ê û mejiyê wî de hejandin çêkirine û got: "Bi vê berxwedaniyê çetayan li vir bi şkestinek mezin re rû bi rû man. Hem di aliyê nîcel de hem jî di aliyê nîtel de DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe. Li  hemberî îradeya şervanên YJŞ'ê û jinên Êzidî b i tunebûnê re rû bûr mane. YJŞ îro li Reqayê bi şerê xwer manîfestoya azadiyê dinivîse. YJŞ hêviya jinên Êzidî ye. Em çim ali virin, sedma hatine me çiye? Jinên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de dîl hatîn girtin îro li benda rizgarbûna xwene. Em dizanin ku hêviya wan hemûyan girêdayî meye. Hêza ku wan bigihîne azadiya wan YJŞ ye. Armanca tevlîbûna me ya ji vê pêngavê em azadiyê diyarî hemû jinan bikin."

 

Dag: Em bi cûş û moralek mezin hatin pêşwazîkirin

 

Denîz Dag  axaftina xwe wiha berdewam kir:  "Em li gel hevalên xwe yên YPG û YPJ'ê di heman çeperan de cih digirin. Dema em hatin, em bi cûş û kelecanek mezin pêşwazî kirin. Ji ber pêşwaziya wan ya germ me moral û hêzek mezin girt. Îro dîsa di çeperên herî pêş de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê  şer kirin ruhê hevaltiyê yê bi hêz derdixe holê. Em keyfxweşin ku li gel şervanên YPG'ê û YPJ'ê di heman çeperan de cih digirin. Ev jî hêza tolhildarên li gel  bilindtir dike."

 

'Em ji bo tolhildana 6 hezar jinên ku li bazaran hatin frotin li vir şer dikin'

 

Denîz Dag diyar kir ku nêzîkî 6 hezar jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin, hatin şewitandin, li bazaran hatin firotin û weke cariye hatin bi kar anîn û got ku hinek şervên ku niha li gel wan di çepereran de cih digirn hene ku bi van kiryaran de rû bi rû mayîn û wiha got: "Îro hinek heval li gel me hene ku esîr hatibûn girtin lê îro di çeperên herî pêş yên navenda Reqayê de çek di destê wan de ye û şer dikin. Jinên Êzidî Îro li Reqayê bi xwe tola xwe radikin. Hêzên wan deriyê Sur yê li navenda Reqayê girtine. Îro YJŞ di mevziyên li  deriyê Surê yê têketina Reqayê de ne. Em li cihên h erî stratejîk yên bajêr cih bûne. Jin û zarokên ku ji destê çeteyan tên rizgarkirin di derîye Surê yê di  kontrola YJŞ'ê de  tên derbaz kirin û li cihên bi ewle tên bi cih kirin.."

 

'Emê bir ruhê Apocî têkoşîna xwe bidomînin'

 

Fermandara YJŞ'ê Denîz Dag  diyar kir ku pêngava Reqayê berdewamdike û dê did demek nêzde çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê winda bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta jinek tenê jî dîl maye emê têkoşîn û berxwedeana xwe bidomînin. Em vê ji berî her tiştîweke erkekê dibînin. Heta hemû jinên Êzidî negihîjin azadiya xwe em ji xwe re mafê jiyanê nas nakin. Jiyana ku heyî em li xwe heram dikin. Heta em ewlekarî û azadiya jinên Êzdî û jiyanek demokratîk pêk neynin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em li gel vê heta dawiya di  pêngava 'Cenga Mezin' de cihê xwe bigirin.  Bi taybetî jî emê bi ruhê Apocî heta dawiya pêngavê cihê xwe bigirin û têkoşîna xwe bidomînin."