Goran: Divê dewleta serbixwe ne ji bo desthilatdariya hizbekê be

87

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Şêwira yekitiya netewiya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê dewam dike. Di şêwirê de peyama Tevgera Goran ji aliyê Aras Welî ve hate pêşkêşkirin.

 

Nûnerê Tevgera Goran Aras Welî di şêwira yekitiya netewiya Kurdistanê de peyama Tevgera Goran pêşkêşkir û got: “Niha gelê Kurd ji her demê bêhtir bi hêztire û tevahiya çapemeniya cihanê bi balkêşî temaşeyê gelê Kurd dike. Berxwedana gelê Kurd a salên 1991 li Başûrê Kurdistanê wisan kir ku civaka navnetewî maf bide gelê me. Niha destkeftiyên gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûye cihê baldariyê ji bo tevahî cîhanê, bi taybet di aliyê rêxistinbûyîna jinan de bala cihanê kişaye ser xwe.”

 

Aras Welî got: “Yekitiya netewî ji bo pêşketina hêza gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêwistiyeke û niha li Rojavayê Kurdistanê pêwiste bi alîkariya madî û manewî heye. Divê niha alîkariyek zêdetir ji bo wê were kirin.”

 

Nûnerê Tevgera Goran Aras Welî di şêwira yekitiya netewî de balkêşa li ser dewleta serbixwe li Başûrê Kurdistanê û got: “Pêwiste dewleta serbixwe armanca wê hebe, ne xewin û xiyalî be. Divê hizbek wek dirûşma û daxwazên xwe yên siyasî vê bikarneyne. Her wiha ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe bikar neyne.”