Jînda Genco: Xewna min ewe ku piştî serkeftinê vegerim Kobanê

196

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / SILÊMANÎ

 

Di pêşbirka ku nêzî hezar kes ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûyî de jina ciwan a sitranbêj ji kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Jînda Genco bû yekemîn. Pêşbirka sitranbêjiyê di bernameya Kurd Idol de bû û di qenala Kurdsat li bajarê Silêmaniyê dihate weşandin. Sitranbêjê ciwan yê Hewramî Ferzad Mehdînya ji pileya duyemîn bi destxist.

 

Hûnermenda Kobanê Jînda Genco piştî bi destxistina pileya yekemîn di bernameya Kurd Idol de ji ajansa me re axivî û got: “Ez gelek keyfxweşim ku wekî jinek ciwan beşdarî vê bernameya hûnerî bûme û di dawiyê de bûme yekemin. Ji bo min ev şanaziyeke ku ez dengê azadiya Kobanê bigehînim her çar parçeyên Kurdistan û cîhanê.”

 

 

Di derbarê xewna xwe piştî serkeftinê de ji Jînda Genco got: “Ez dixwazim bi rêya hûnerî xizmetê ji bo gelê xwe bikim, bi taybetî ji bo Kobanê ku sembola berxwedanê hatiye nîşandan. Xewna min ji ewe ku carekê din vegerim Kobanê.”

 

Hûnermendê ciwan yê Hewramî bi navê Ferzad Mehdînya ji di bernameyê de pileya duyemîn bi destxist, di derbarê serkeftin û karê xwe yê hûnerî de Ferzad Mehdînya got: “Ez keyfxweşim ku beşdarî vê bernameya hûnerî bûme, ev ji bo min bû destpêkek ku karê xwe yê hûnerî  temambikim. Ev ji bo min firseteke ku bikarim divê rêyê de xizmetê ji bo çand û hûnera gelê xwe bikim.”

 

 

Ferzad Mehdînya got: “Kombûna hûnermendên ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê xewnek bû ku min jiya. Ez gelek bextewer bûm ku di nava çend mehan de hûnera parçeyên din yên welatê xwe nas bikim û li gel wan karê hûnerî bikim. Ez dixwazim di pêşerojê de çend albûmên ji sitranên folklorî û çanda resen a Kurdewarî derxînim.”

 

Hûnermendek din ji Bakûrê Kurdistanê bi navê Vedat Akarsû ji beşdarê qonaxa dawî ya bernemeya Kurd Idol bibû, Vedat Akarsû di derbarê bernameyê de got: “Cihê keyfxweşiyê ye ku hûnermendên ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hevre beşdarê karekê hûnerî bûne û xewna yekbûna Kurdan divê xebata hûnerî de dayîne nîşandan. Bi vê rêyê dengê me hemûyan gihaye her çar parçeyên Kurdistanê.”

 

 

Vedat Akarsû got: “Wek tê dîtin sitranên Kurdî û xebatên hûnerî di çapemeniya Tirkî de qedexeye, ji ber vê pêwiste hewlek cidî ji bo vê were dayîn ku bi van bernameyên hûnerî hûnermendên her çar parçeyên Kurdistan derbikevin pêş. Divê xebat li ser karên hûnerî were kirin, bi yekbûna her çar parçeyên Kurdistanê di aliyê hûnerî de wê giringiyek mezin ji bo gelê me bide çêkirin û wê hûnera her çar parçeyên Kurdistanê hîn zêdetir were pêşxistin.”