KJK: Eger em yekgirtîban dê bihezaran jinên Êzidî neketiban destê DAIŞ’ê

101

 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Endama Konseya Rêveber a Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) di komxebata yekîtiya netewî ya Kurd de axivî û diyar kir ku nûnerên Kurd di rojeke dîrokî ya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê de kom bûye û got: “Em di rojeke dîrokî de civiyane. Di 14’ê Tîrmehê de berxwedana berxwedêrên zîndana Amedê û di 13’ê Tîrmehê de jî şahadeta Dr. Qasimloye, em bi vê boneyê hemû şehîdên rêya azadiyê bibîrtinin û dilsoziya bi wan re di pêkanîna yekîtiya netewî re derbas dibe.”

 

Erzîncan balkêşa ser civîna netewî ya jinên Kurd ku di 9’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê pêkhat û got: “Weke hun jî dizanin berê niha demeke kurt civîneke netewî ya jinên Kurd ya ji çar parçeyên Kurdistanê, pêktê li Silêmaniyê çêbû û di vê civînê de komîteyeke amadekar ya jib o konferansa 3. ya jinên Kurd hate diyarkirin. Ev destkeftiyeke girîng bû.”

 

KJK di berdewama peyama xwede balkişand ser têkoşîna azadiya jinê û got: “ Sedsala 21. Sedsala jinê ye. Pêşengiyê ji guhertinên Kurdistan û Rojhilata Navîn re dike. Em jinên Kurd di civîna netewî de îşaret bi bihêzkirina rêxistina jinan kir.”

 

KJK bi berdewamî anî ziman ku têkoşîna jinên Kurd ya li hemû parçeyên Kurdistanê nimûneyeke ji bo cîhanê saz dike û got: “Me biryara rêxistinbûnê di civîne de girt. Ji ber yên herî zêde zirerê ji parçebûnê dibînin jinin.”

 

 KJK peyama xwe wiha berdewam kir: “Eger em yekîtiya xwe saz nekin em rû be rûyê metirsiyên mezin werin. Mînaka vê ya herî berçav tiştên ku bi serê jinên Êzidî de hateye. Ji ber yekîtiya me nebû bihezaran jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê.

 

Eğer birliğimizi oluşturmazsak büyük tehlikelerle karşılaşabiliriz. Bunun örneği Ezidi kadınlarının yaşadığıdır. Birliğimizi sağlayamadığımız için birlence Ezidi kadın DAŞİ çetelerine esir düştü.