Komxebata Yekîtiya Netewî ya Kurd bi beşdariyeke bihêz destpê kir

103

 

 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Komxebata ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd bi axaftineke kurt ya bi xêrhatinê ya desteyeke ji endamên KNK’ê û rêzgirtin ji şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re destpê kir.

 

Endamên dîwana komxebata yekîtiya netewî ji Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun, Perwîn Ezîz, endamê KNK’ê Dr. Ebdullkerîm Hekîm, Endamê meclîsa KNK’ê Faruk Cemîl û endama KNK’ê Bêrîtan Mistefa pêktê.

 

 

 

 

Piştî deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdan re alîkarê hevserokên KNK’ê û endamê şandeya bilind ya KNK’ê ji bo komxebata yekîtiya netewî Tahir Kemalîzade axaftineke kurt ya vekirinê ya ji bo xêrhatina mêhvanan kir û got: “ Hun hemû nûnerên Kurdin. Em vê xebatê ji bo gelê Kurd kêfxweş bibe didin meşandin. Gelek bendewariyên civaka Kurd ji me hene.”

 

Kemalîzade her wisa balkişand ser meşandina xebatên hevpar yên netewî û wiha pêde çû: “Daxwaza me ji hemû perpisryarên Kurd re heye ku guh bidin daxwazên gelê Kurd û ji bo çareseriyê bixebitin. Ji lewma divê em xebatên netewî hevpar bikin û hevkariyê bihere bikin. Niha em Kurd di asteke bihêz de ne û di asta cîhanî de tên dîqet kirin. Hêzên me yên parastinê hene û em di gelek aliyan de bihêzin. Ji lewma em dikarin gelek tişt ji bo gelê xwe bikin.”

 

Komxebat bi axaftina vekirinê ya ji aliyê Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd hate xwendin.