Li Wargeha Mexmûrê 35. salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê hat bîranîn

114

 

 

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

Duh bi şev  li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 35. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya şehîdên pêşeng Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Merasîma ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûr TCM’ê ve pêkhat, bi sedan şêniyên wargehê telvîbûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

 

Li ser girîngî û wateya rojê, Endamê Rêveberiya TCM’ê Mahsûm Sezgîn axivî. Sezgîn di destpêka axaftina xwe de şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi minet û rêzdarî bibîranî û da diyarkir ku ewê heta dawiyê deyndarê şehîdan bin.

 

Sezgîn di dewama axaftina xwe de balkişand ser girîngiya berxwedana Zîndana Amedê ya şehîdên pêşeng Kemal Pîr, M. Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û wiha axivî: “Dijmin û dagirkerên Kurdistanê çi dema xwestine bi polîtîkayên teslîm girtinê û tunekirinê li ser gelê Kurd de werin, her tim li rastî berxwedanek bêhempa hatine. Berxwedana 14’ê Tîrmehê jî ji bo gelê Kurd û gelên bindest yên Tirkiyeyê xwedî rol, girîngî û mîsyonek bi vî awayî bû. Her çar rêheval û şehîdên pêşeng yên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi destpêkirina rojiya mirinê hemû xiyal û armancên dijmin yên teslîm girtinê vale û pûç derxistin. Berxwedana Rojiya Mirinê bû stûnek bingehîn ya tekoşîna azadiyê û bandora xwe heta roja me bi awayek herî xurt didomîne û hêza berxwedana dide keç û kurên Kurd yên kû îro di çeperan de şerê rizgariya mirovahî û demokrasiyê dikin.”

 

 

Sezgîn di axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên dijmin û dagirkerên Kurdistanê yên di roja me de li Tirkiye, Bakûr, Rojavayê Kurdistanê û hemû aliyên ku gelê Kurd lê dijî û sekna berxwedanvan û tekoşer a şoreşgerên Kurd wiha domand: "Heta em xwediyê Kemalan, Xeyriyan û bi dehan rêhevalên di pey doza wan de canê xwe ji bo azadiya gel û welatê de kirine gorî bin, wê dijminên Kurdan tucaran nikarin me teslîm bigirin. Vaye îro tê dîtin berxwedana şehîdên pêşeng tekoşîna azadiyê aniye astek wisa ku di roja me de her du blokên serkêşiya cîhanê dikin ji bo ku bi Kurdan û tekoşîna azadiyê re îtîfaqê çêbikin ketine hevrikê.”

 

Endamê Rêveberiya TCM’ê Mahsûn Sezgîn di dawiya axaftina xwe de dubare şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê yên 14’ê Tîrmehê bibîranî û weke ciwanek Kurd soza şopandina riya şehîdan û heqîqetê da.

 

Piştre sînevîzyona li ser jiyan û girîngiya çalakiya her çar şehîdên pêşeng yên Berxwedana Rojiya Mirinê ku ji aliyê saziya TCM’ê ve hatibû amadekirin, hate nîşandan. Di dema sînevîzyonê de kêliyên xemgîn û hestiyar hatin jiyankirin.

 

Piştî sînevîzyonê, bernameya 35. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana 14’ê Tîrmehê’ bidawî bû.