Li Xaneqînê festîvala çand û hunerê pêk hat

103

 

 

 

EMÎR XANEQÎNÎ / XANEQÎN

Li navçeya Xaneqîn a Diyale li Navande Çandî ya Xaneqînê festîvala çand û hunerê ya sînemayê  hat lidarxistin. Festîval ji aliyê Desteya Sînema û Televîzyonî ya Parêzgeha Besra ve hat organîze kirin.

 

Berpirsê Desteya Sînema û Televîzyonî ya Parêzgeha Besra Elî Malkî têkildarî festîvalê ji ajansa me re wiha got; "Di çarçoveya kar û çalakiyên desteya me de, îro me li Xaneqînê festîvalek organîze kir. Ev festîval ji bo peywendiyên dostane yên di navbera hunermendên Kurd û Ereb de ye."

 

 

Elî axaftina xwe wiha domand; "Ev festîval me bi navê hunermena Kurd a ji Xaneqînê Bêrîvan Gerdî lidarxist. Pêştir rolek baş hebû di desteya me de. Wê di festîvala îro de film werin pêşkêş kirin. Herwiha çalakiyên hunerî pêk hatin."

 

 

Herwiha Şanoger Bêrîvan Gerdî ji ajansa me re wiha got; "Piştî ku ez weke hunermendekî Kurd  beşdarî çand festîvalên li Besra bûm û min xelata herî baş ya leyîstikvaniyê girt, bû sedem ku peywendiyên di navbera hunermendên Kurd û Ereb de baş bibe. Ji ber vê yekê ji biryar dan ku li Xaneqînê festîvalekî wiha lidar bixin. Ez gelek keyfxweşim ku ev festîval bi navê min hatiye lidarxistin."