Li Xanesorê nexweşxaneya bi navê Şehîdên Xanesorê hat vekirin

158

 

 

 

SALIM EMO-ARGEŞ ŞENGALÎ/ ŞENGAL

 

Îro li bajarê Xanesorê ya girêdayî Şengalê bi amadebûna gelek welatiyan nexweşxaneya bi navê Şehîdên Xanesorê bi merasîmekê hat vekirin. Rêveberiya Tenduristya Şengalê li ser daxwaz û pêwîstiyên welatiyan nexweşxane vekir. Merasîma ku li salona nexweşxaneyê pêkhat, bi deqek rêzgirtina ser ruhê şehîdan destpêkir. Axaftina vekirina merasîmê ji aliyê Endamê Meclisa Xanesorê Qasim Xelef ve hat kirin.

 

Qasim Xelef di destpêka axaftina xwe de sipasiya Navenda Tenduristiya Şengalê kir ku karek wisan ji bo gelê Xanesorê kiriye û got: “Pêwîstiya gelê me ji her tiştî bêhtir bi nexweşxaneyek wisan hebû. Ev gelek sal bû ku gelê me serma û germayê di kişîne. Ji ber wê gelek kes nexweş ketin û li cihên cûda tedawî dibin.”

 

 

Xelef bang li hemû bijîşkên di kampan de kir ku werin xwedî li gelê xwe derbikevin, gelê xwe tedawî bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger îro şervan di çeperan de li ber xwe didin,  pêwîste bijîşk jî werin di nexweşxaneyên xwe de berxwedaniyê bikin.”

 

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) Xezal Mîrza vekirina nexweşxaneyê li gelê Şengalê û bi tayebet li gelê Xanesorê pîrozkir û wiha got: “Em bi hêvîne ku ev nexweşxane bi her erkê xwe rabe û her tişta ji destê wê were, ji bo gel pêşkêş bike.  Niha bi sedan  kes hene ku ji ber derfet û îmkanên kêm nikarin nexweşên xwe tedawî bikin.”

 

 

Li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratîk Ya Şengalê Husên Hecî nexweşxaneyê li her kesê pîroz kir û anî ziman ku  niha Şengal gavên dîrokî ber bi pêşde davêje û  ev gotin kir: “Ger îro bijîşkên me karibin gelê me tedawî bikin ev pêşketinek pir mezine. Em dizanîn ku derfet û îmkan jî ewqas nîne, lê ev nexweşxane wê gel ji hemû cûre nexweşiyan tedawî bike.”

 

 

Li ser navê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Reşo wêneyê Şehîd Nûjiyan Erhan diyarî Nexweşxanê kir, nexweşane li her kesê pîroz kir û wiha axivî: “Nûjiyan êşa me jinan ji her kesî re parve dikir, ji ber wê yekê jî me wêneyê Nûjiyan diyarî vê nexweşxaneyê kir.”

 

 

Piştî axaftinan, dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ Bijî Serok Apo’ hatin gotin û merasîm bi gerandina govendê û stranan bi dawî bû.