Partiyên siyasî daxwaza lidarxistina kongreya netewî dikin

80

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Partî û rêxistinên Kurd û nûnerên jinên Kurd di komxebata ji bo yekîtiya netewî ya Kurd de peyamên rêxistinên xwe pêşkêş kirin. Nûnerên gelê Kurd yên ku axivîn di peyamên xwede balkêşan ser girîngiya yekîtiya netewî û hate gotin ku divê teqez yekîtî çêbibe û Kurd bi yek dengî xwedî li ser destkeftiyên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê derbikevin.

 

Moînî: Divê gavên pratîkî ji bo kongreya netewî werin avêtin

 

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Siyamend Moînî bi navê PJAK û KODAR peyameke hevbeş pêşkêş kir û got: “Divê hemû alî erkên xwe yên dîrokî bilîzin û ji pêkhatina kongreya netewî jî gavên pratîkî werin avêtin. Gelê Kurdistanê daxwaza azadiyê dike û ji bo pêkhatina vêya jî amadene. Divê partî berjwendiyên xwe yên hizbî û aborî nedin pêş berjwendiyên netewî û fersendên dîrokî ji dest nedin.”

 

 

Moînî herî dawî diyar kir ku ew weke PJAK û KODAR’ê amadene ku her erkeke ji bo pêkhatina yekîtiya netewî ya gelê Kurd û kongreya netewî dikeve ser şanê wan pêkbînin.

 

Yildirim: Ocalan, dibêje projeya min a herî mezin sazkirina yekîtiya netewî ye

 

Parlementerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Nadîr Yildirim silavê hevserokên HDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Tirk ji bo beşdarvanên komxebatê anî û got: “Li her derê zext û zilm li gelê Kurd tê kirin lê, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê faşîzmê pêktînin. Yildirim bi berdewamî got, niha Rojhilata Navîn navenda hemû nakokî û aloziyane û wiha pêde çû: “Birêz Abdullah Ocalan dibêje, projeya min ya herî mezin yekîtiya Kurdistanêye û em jî weke HDP vêya jixwere esas digirin. Divê em Kurd pirsgirêkên xwe tev bi diyalog û nîqaşê çareser bikin. Dijminên gelê Kurd dema xwe ya herî lewaz jiyan dikin. Faşîzma Tirk ya li Kurdistan û Tirkiyê li ber şikestinê ye. Divê em ne çar parçe, yekparçe bin. Emê teqez serbikevin.”

 

Abdullah: Divê meclîseke netewî ya Kurd were damezrandin

 

Parlementerê Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Nîmet Abdullah jî di komxebatê de axaftinek kir û got: “Divê aliyên siyasî jî mîna şervan, pêşmerge û gerîlayan ku yekîtiyê sazkirine û bi awayeke hevpar li dijî dijmin têdikoşin, li dijî dijminên gelê Kurd têbikoşin. Ji lewma pêwîstî bi damezrandina meclîseke netewî ya Kurd heye.”

 

 

Eniya Nîştîmanî (Rojava): Divê kongreya netewî çêbibe

 

Eniya Nîştîmanî ya Rojavayê Kurdistanê ku ji pênc partiyan pêktê peyameke hevbeş pêşkêşkirin û peyam jî ji aliyê Mistefa Meşaîr ve hate xwendin û hate gotin ku gelê Kurd û Kurdistanê di demeke zehf nazik re derbas dibin. Eniya Nîştîmanî daxwaza pêkhatina kongreya netewî ya Kurd kirin û gotin: “Daxwaza me ewe ku kongreya netewî lidarbikeve. Pêwîste em pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin da ku kongreyeke serkeftî lidar bixin. Divê kongreyeke em li darbixin serkeftî, xwedî biryar be û di civaka navdewletî de jî bikare rolê xwe bilîzin. Ji lewma jî divê em li Rojava piştgiriya Federasyona Bakurê Sûriyê bikin li Başûr jî piştgîriya refenradûma serxwebûna herêma Kurdistanê bikin.”

 

 

PAK: Divê nakokiyên navxweyî çareser bibin

 

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK-rojhilat) jî peyama xwe di komxebatê de pêşkêş kir û weke partiyên din yên Kurd daxwaza lidarxistina kongreya netewî ya Kurd kir. PAK’ê her wiha destnîşan kir ku divê partî û rêxistinên Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.

 

Yekgirtûya Îslamî: Divê em li ser hindek prensîbên hevpar li hev bikin

 

Bi navê Yekgirtûya Îslamî Ebubekir Karwanî jî axivî û daxwaza lidarxistina konferanseke netewî ya Kurd kir û got:     “Divê em li ser prensîbên hevpar li hev bikin. Pêwîste em di vê civînê de hindek tiştan zelal bikin û li ser hindek prensîbên hevbeş li hev bikin û bi vî awayî biçin kongreya netewî. Divê mekanîzmayeke hevtemamkirinê di navbera Kurdan de hebe. Divê em ji bo parastina destkeftiyên xwe yên li her derê Kurdistanê xwedî yek helwestîbin û xwedî lê derbikevin.”

 

Kongreya Star: Divê sedsala 21. bibe sedsala yekîtiya Kurdan

 

Peyama jinên rojavayê Kurdistanê ya dibin navê Kongreya Star (Rojava) de Mizgîn Ehmed xwend û got: “Divê sedsala 21. Bibe sedsala Yekîtiya Kurdan. Divê em gelê Kurd bibin yek û bibin xwedî nasname. Keda Rêber Apo ya di ber jinan de mezine. Ev jî wê bihêle ku ev sedsal dibin pêşengiya jinên Kurd de bibe, sedsala Kurdan. Dibin pêşengiya YPJ’ê de berxwedaneke mezin li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê heye.”

 

 

Ehmed bi berdewamî got: “Em di nava xwede parçebûneke mezin dijîn. Parçebûna Lozan û Sykes Pîcot hîna jî di nava me de bandora xwe heye. Divê em zêhniyeta Sykes Pîcot di nava xwede xilas bikin. Ev zêhniyetbû bihezaran jinên Êzidî xiste destê DAIŞ’ê û ciwanên me di bodrûmande şewitand. Niha pîlaneke nû ji bo Rojavayê Kurdistanê di dewrê de ye. Divê li kuderê êrîşek li hember Kurdan hebe hemû Kurd li hember xwe bibînin û bi yekdengî li dijî derkevin.”