Rewşa dawî ya Reqayê: Şer dijware, 34 çete hatin kuştin

97

 

 

 

Li taxên Hîşam Bin Ebdulmelin, Reqaya Kevin, Deriye û Berîdê pevçûnên di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de didomin. Şevê din şervan li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik pêşve çûn û li taxê xetên parastinê yên çeteyan şikandin. Di pevçûnên ku li taxê rû dan de, 22 çete hatin kuştin.

 

Her wiha li taxê balafirên koalsiyona navneteweyî gelek noqteyên çeteyan bombebaran kirin. Lê hejmara kuştiyên çeteyan nehat nasîn.

 

Li taxên Reqaya Kevin û Rewda yên rojhilatê bajêr jî, şerekî dijwar rû dide. Heta niha 6 çeteyên DAIŞ′ê hatine kuştin, wesayîtek leşkerî û wesayîtekî veguhestina cebilxaneyê hatin rûxandin.

 

Li taxên Berîd û Deriyê yên rojavayê bajêr jî, pevçûn rû dan. di encamê de 3 çete (yek jê sekvan) hatin kuştin. Li taxa Berîdê jî wesayîtekî zirxî ya bombebarkirî beriya ku bi bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve, hat rûxandin. Her wiha li taxa Deriyê jî wesayîtekî leşkerî hat rûxandin.

 

Li aliyekî din jî ekîpên girêdayî QSD′ê li taxên Qadisiyê û Deriyê yên rizgarkirî, hejmarek mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandine bêbandor kirin.

 

Li taxa Reqaya Kevin şerekî dijwar rû dide

 

Li taxa Reqaya Kevin şerekî dijwar rû da û wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan ji aliyê şervanên QSD′ê ve hat rûxandin.

 

Çeteyên DAIŞ′ê li taxa Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê bajêr, bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanên QSD′ê kirin. Wesayît beriya bigihêje armanca xwe, ji aliyê şervanan ve hat rûxandin.

 

Li taxê şerekî dijwar rû dide.

Çavkanî ANHA