Rûniştina roja yekem a şêwira yekîtiya netewî bi dawî bû

99

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Rûniştina roja yekem a şêwira yekîtiya netewî ya ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ve hate lidarxistin bi dawî bû. Di roja yekem a şêwira bi beşdariya 350 nûnerên ji çar parçeyên Kurdistan, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr-nivîskar, akademîsyen û rûspiyan pêk tê de, bi axaftin û projeyên yekîtiya netewî ya partiyên siyasî hatin pêşkêşkirin.

 

Piştî axaftina destpêkê ya KNK’ê û hilbijartina dîwanê û şûnde, rûniştina yekem a ku bi axaftinên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan dom kir, wê sibehê jî dewam bike.

 

Di rûniştina yekem de, Yekîtî Nîtîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komela Îslamî, Partiya Yekgirtû Îslamî, Koma Civakên Kurdistan (KCK), Tevgera Îslamî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Komele Komunîsta ya Îran, Partiya Komunîstî Kurdistan, Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriye, Partiya Çep a Kurdên Sûriye, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava, Rêxistinên Jinan li gel gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspî mafê axaftinê girtin û axivîn.

 

Komxebata Yekîtiya Netewî wê sibe jî di saet 09:00’an de destpê bike û êvarî bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe. 

 

Tê payîn ku sibehê piştî rûniştinê û şûnde ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî nexşerêyek diyar bikin.