YNK: Em bihevre bihêzin û bihevre bihêz dibin

104

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Nûnera Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê Nermîn Osman axaftinek bi navê YNK’ê di komxebata yekîtiya netewî de kir û got: “Em dixwazin ku pirsgirêkên me li çar parçeyên Kurdistanê bi rêyên aşitiyane, diyalogê çareser bibin. Nakokiyên di navbera partiyan de nabe ku li pêşiya çareserkirina pirsgirêkên netewî bibe asteng.”

 

Osman her wisa diyar kir ku li herêma Kurdistanê gelek pirsgirêk hene û divê parçeyên din yên Kurdistanê jî piştgiriyê bikin û wiha pêde çû: “ Em bihevre xweşîkin. Em bihevre bihêzin û bihêztir jî dibin. Emê bihevre destkeftiyên xwe bidest bînin. Em têkoşîna gerîla û pêşmergeyên li eniyê şer silav dikin.”