‘Civîna netewiya Kurdistanê ji bo mafê pêkhateyan piştevaniyeke’

110

 

 

 

Civîna şêwiriya netewiya Kurdistanê ji duh sibehê ve li Silêmaniyê berdewam dike, tê payîn îro êvarî bi encannameyekê bi dawî bibe. 

 

Nûnerê Hewramiyan Dr. Nacih Gulpî ku beşdarî civîna şêwira netewî bûye, di derbarê civîna şêwiriya netewî de ji ajansa me re axivî û got: “Wek Hewramiyan em pir keyfxweşin ku pêngavek ji bo kongreya netewiya Kurdistanê tê avêtin. Li gorî armanc û destkeftiyan hewla wê tê dayîn ku mafê tevahiya pêkhate û zimanê cuda yê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê were dayîn. Bi taybet em gelê Hewramî ji kevin ve xebat û têkoşînek ji bo yekîtî û yekrêziya niştîmanî daye, di vê berdêlê de gelek şehîd dayine. Tevahiya şehîdên me yên vê têkoşînê ne, ne tenê li Başûrê Kurdistanê li Rojava ji şervanên me û şehîdên me hene.”

 

Dr. Nacih Gulpî got: “Mixabin di çend salên derbasbûyî yên desthiladariya Kurdî li Başûrê Kurdistanê de, me daxwaza mafê xwe kiriye lê belê em hemû hatine piştguh kirin. Bi pêkanîna van civîna netewî çareseriya van pirsgirêkan hatiye dayîn. Bi rêya van civîna şêwiriya netewî dest bi gavên cidî tê dayîn û em daxwaza mafê Hewrama û tevahiya pêkhateyên din dikin.”

 

Dr. Nacih Gulpî herî dawî wiha anî ziman; "Sîstema ku li Rojavayê Kurdistanê tê rêvebirin wê çareseriya wan pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê ji bike, divê çarçoveyê de pirsgirêkên pêkhateyên cûda, ol û ziman û tevahiya mafên wan were çareserkirin. Çiqasî li Başûrê Kurdistanê yasayek hatibe derxistin ji lê belê mixabin ti dem ev yasa ne hatiye bi cih anîn. Civîna netewiya Kurdistanê ji bo mafê pêkhateyan piştevaniyeke."

 

(mk)