‘Divê jin bikarin di navendên biryargirtinê yên hizbên siyasî de cih bigirin’

77

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

 

Endama desteya rêveber a Hizba Komunîst a Kurdistanê Haje Silêman diyar kir ku dinava partiyên Herêma Kurdistanê de rol û hebûna jinan pir kême û wiha dewam kir; “Her di destpêka damezrandina van hizban de hebûna jinan pir kême. Hebûna jinan dinava karên siyasî de dikare hîn rolek giring bilîze.”

 

 

Haje Silêman got; “Her diçe hebûna jinan a ji bo nav partiyên siyasî bi şêweyek kêm jî be, ber pêşda diçe. Ev jî dikare bibe sedem ku jin bikarin tevlî navendên biryardayînê yên partiyên siyasî bibin. Em weke Hizba Komunîsta Kurdistanê xebat dikin ku jin bikarin bigehin asta tevlîbûna navendên biryardayînê. Weke desteya rêveber a hizbê ez nikarin bêjim bi temamî li pêşiya me hatiye girtin.”

 

Der barê heman mijarê de endama desteya rêveber a Komeleya Îslamiya Kurdistanê Qedemxêr Ebdullah jî wiha axivî; “Li Herêma Kurdistanê netevlîkirina jinan a di girtina biryar û xebatên siyasî yên hizban de pirsgirêkek mezine. Ez dikarim bêjim li herêm û bi taybet li Rojhilata Navîn jin nikare tevlî dayîna biryarên siyasî bibe. Ev jî nayê wê wateyê ku em tevlî bê nêzikatiyê bibin û bêjin jin nikare tevlî xebatên siyasî bibe. Divê em tekoşîn bikin ji bo jin bikarin tevlî navendên biryargirtin û xebatên siyasî bibin. Ez hîn zêdetir li cihên peywendî bi pêşeroja gelê me re heye divê cih bigirin.”

 

 

Qedemxêr Ebdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Daxwaza min ewe ku divê jin tevlî danûstandin û guftûgoyên şandên hizbî bên kirin. Tevlîbûna jinan wê hîn zêdetir rê li ber guftûgoyan veke. Raste hizban bi gotin negotine ku em vê yekê nakin. Belê ti hizbek jî guhdarî van daxwazanan jî nakin. Sedema vê jî vedigere hebûna pêşbazî û aloziyên heyîn.”