‘Êdî Ehmedê Xanê dikare rehet razê’

103

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Komxebata Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê ku ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê ve hatiye organîze kirin di roja duyemîn de berdewam dike. 350 nûnerên partiyên sîyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û kesayetên olî yên ji ku herçar parçeyên Kurdistanê tevlî şêwirê bûyîn nêrîn û pêşniyarên xwe tînin ziman.

 

Di rûniştina îro de Mele Xizrî bi navê alimên olî yên Kantona Cizîrê axivî, şêwira yekitiya netewî ya Kurdistanê di aliyê edebî û felsefî de nirxand û bi vê bûneyê Ehmedê Xanê bi bîr anî û got: "Êdî Ehmedê Xanê dikare bi rehetî razê. Em mizginiya hevdîtina di bin sêwaneke hevpar de didinê. Em vê civînê diyarî Ehmedê Xanê dikin."

 

'Di nava Silêmanî, Hewler û Qendîlê de Sêmalka nîne'

 

 

'Dêvê rola ciwanên Kurd were dîtin'

 

Li ser navê Koordînasyona Ciwanên Kurd yên Rojava jî Ezîz Ehmo axivî û anî ziman ku li Rojava 14 partiyan û 5 rêxistinan di nava xwe de hevgirtinek çêkirine û got: "Em niha amadekariyên 4'emîn Kongreya Netewî ya Ciwan dikin. Ji bo tevlîbûna vê komxebatê tenê kotayek dane me. Em viya rexne dikin. Divê hîn zêdetir rola ku ciwanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dilîze were dîtin. Yên ku îro li herçar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin ciwanin. Hatina me ya li vir ji bo me rûmetek mezine. Ji xelaya me ay mezin kongreya netewî em bi hêvîne."