Ferîd Eseserd: Ji rakirina sîstema paşxistina mûçe Qubat Talebanî berpirse

105

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Ferîd Eseserd dewama axaftina xwe wiha jî got; “Me di civînên xwe yên li gel wezîr û navxweyî de ragihandiye ku derfetê bidawîkirina sîstema paşxistina mûçe heye. Belê ez nizanim kengê û çewan ewê ev yek pêkwere. Ji bo pêkhatina vê jî Qubat Talebanî berpirse.”

 

Der barê çêkirina lihevkirinek dinavbera Tevgera Goran û YNK’ê di fraksiyonên li Parlamentoya Iraqê û Herêma Kurdistanê yên herdû aliyan de jî, Ferîd Eseserd got; “Li gor lihevkirina di navbera YNK û Goran de heyî, divê herdû fraksiyonên YNK û Goran bibin yek. Em di lihevkirinê de gotiye ku divê hemû fraksiyon bibin yek nav û bi hev re kar bikin.”

 

Herî dawî jî Ferîd Eseserd got; “Di lihevkirinê de me qala yekgirtina fraksiyonên Goran û YNK’ê kiriye. Belê heya niha ti hewldanek ji bo pêkanîna vê nîne.”